Li Midyadê kampa penaberan tê valakirin

  • 12:56 9 Tebax 2018
  • Rojane
MÊRDÎN – Biryar hatibû dayîn ku Kampa AFAD’ê ya li Midyadê ku êzidî jî lê dimîn bê girtin, piştî vê biryarê dest bi valakirina kampê kirin. Hat zanîn ku ewil penaberên Sûriyeyê ji kampê hatin tahliyekirin. 
 
Miduriyeta Giştî ya Îdareya Koçberiyê ya girêdayî Wezareta Karên Hundir di rojên derbasbûyî de ragihandibû ku dê 5 kampên penaberan ên li Mêrdîn, Semsûr û Dîlokê bên valakirin û penaberên li van kampan vebiguhêzên kampên li Hatay, Kilîs, Riha û navçeyên wê Kaniya Xezalan, Pirsûs û Serêkaniyê. 
 
Piştî vê biryarê li kampa navçeya Midyadê ya Mêrdînê dest bi valakirina kapmê hat kirin. Koçberên êzidî yên ji Şengalê ji ber êrîşên DAIŞ’ê hatibûn bajarên herêmê jî li vê kampê diman. Hat zanîn ku tahliyekirina welatiyên ereb ên penaberên ji Sûriyeyê û welatiyên êzidî dest pê kir. 
 
Heta niha 30 otobus welatî ji kampê hatin tahliyekirin û birin kampên li Rihayê. 
 
Li aliyê din hat ragihandin ku hin malbat bi derfetên xwe ji kampê derketin û li navenda navçeyê bicih bûn.
 
Rewşa êzidiyan ne diyar e
 
Di rojên pêşiya me de jî dê tahlekirina li kampê dewam bike û rewşa malbatên êzidî ne diyariya xwe diparêze. Beriya niha jî gelek malbatên êzidî ji kampê bi derfetên xwe derketibûn û li navçeyê bicih bûbûn û ragihandibûn li gundên êzidiyan bicih bibin.