Rastiya Tirkiyeyê ya zarokan: Bi dilê bi qul di girtîgehê de ye

  • 12:40 9 Tebax 2018
  • Rojane
ŞIRNEX - Li Bêşebaba Şirnexê Leyla û Zehra Bahadir piştî teqîneke li gundê Mezrayê hatin girtin û bi zarokên wan ên li gel wan ew şandin girtîgehê. Hat ragihandin ku Sarya ya 4 salî ji ber ku dilê wê bi qul e nikare li  girtîgehê bimîne û Viyan ya yek sal û nûvî jî pirsgirêkên derûnî dijî.
 
Li navçeya Bêşebab ya Şirnexê li nêzê gundê Mezrayê di meha Tîrmehê de teqînek pêk hatibû. Di encma vê teqînê de 15 gundiyên ku ji teqînê berpirsiyar hatin girtin hatibûn binçavkirin. Kesên ku li gund di encma serdegitina malên xwe de hatin binçavkirin 3 rojan di bin çavan de man. Ji 15 kesên ku sewkî edliyeyê hatin kirin 4'ên wan ji aliyê dadgehê ve bi îdiaya "piştgirîyê"  hatin girtin û şandin girtîgehê.
 
Leyla Bahadir ya ku di navê kesên hatiye girtin de ye û Zehra Bahadir, bi zarokên xwe yên sal û nîvî û 4 salî re şandin GItîgeha Tîpa T ya Şirnexê. 
 
Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin Delal Viyan ya sal û pirsgirêkên derûnî dijî û Sarya ya 4 salî jî ji ber ku dilê wê bi qul e nikare li  girtîgehê bimîne ev meh û nîveke ku di girtîgehê de tên girtin.
 
Leyla û Zehra yên ku li gel zarokên xwe di gertîgehê de ne û hîna îdianameya wan nehatiye amadekirin  banga hestiyariyê li raya giştî kirin û gotin ku ji ber zarokên wan ji şert û mercên girtîgehê bi bandor dibin bila wan tehliye bikin.