Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin

  • 11:44 9 Tebax 2018
  • Rojane
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bikin cara 779’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. 
 
Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Cengîz Yureklî, Mazlum Dînç û Mêhdî Oztuzun ji bo bi miwekîlên xwe re hevdîtinê pêk bînin, cara 779’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. 
 
Daxwaza hevdîtina parêzeran a bi Abdullah Ocalan re ji 27’ê Tîrmeha 2011’an vir ve 778 car bi hincetên mîna “muxalefeta hewayê”, “keştî xerabeye”, “keştî di tamîrê de ye”, “Rewşa Awarte” û “Anîna sînorkirina der barê girtiyan de” hat redkirin.