RAJIN: Em ê her şopdarên Denîz Firat bin
- 11:22 9 Tebax 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Koordîsyona RAJIN’ê nûçegihan Denîz Firat ku di sala 2014’an de li Mexmûrê di êrîşa DAÎŞ’ê de jiyana xwe ji dest da bi bîr anî û got ku ewê her şopdarên têkoşîna Denîz Firat bin.
Koordînasyona RAJIN’ê bi daxuyaniyekê Denîz Firat bi bîr anî û got ew soza didin ku ewê rêça Denîz Firat bişopînin û berxwedana wê mezin bikin.
RAJIN'ê di daxuyaniyê de bi bîr xist ku Denîz Firat û malbata wê piştî polîtîkayên şewitandina gundên bakurê Kurdistanê di salên 90'î de koçî Başûrê Kurdistanê kirine, Denîz Firat û du xwîşkên wê serê xwe ji mêtingeriya tirk re netewandine û bi kesayeta xwe ya berxwedêr di dilê kurdan de cih girtine.
Di berdewamiya daxuyaniyê hat gotin ku Denîz Firat bûye xwedî hişmendiya ku teslîmî mêtingeriyê nebe û bi domdarî wiha hate gotin, ‘’Denîz Firat rêwîbûna rêya azadiyê daye ber xwe, mîrateya çapemeniya jina azad Ş. Gurbetellî Ersoz ku bi pênûs, çek, dil û mêjiyê xwe bûye sembola berxwedana azadiyê, dewr girtiye. Hevrêya me Denîz Firat li dijî her cure neheqî, êrîş û pergala mêtinger a dewleta tirk a li ser kurdan, çewisandina, jinan û baweriyan ji zaroktiya xwe de li ber xwe daye û rûyê tarî yê DAÎŞ’ê ku rêxistiniya herî, hov a dewleta tirk bû nîşanî cîhanê daye û bi vê armancê qet dudilî nebûye ku jiyana xwe jî nede.’’
RAJIN’ê herî dawî got ew ê di rêya Denîzan de bimeşin û got, ‘’Di sala 5’an de em careke din hevrêya xwe Denîz Firat û hemû şehîdên çapemeniya azad bi bîr tînin, em soz didin ku rola xwe ya di têkoşîna azadiyê ya gelan û jinan de pêk bînin.’’