Xelatên 4'emîn Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Denîz Firat hatin dayîn
- 10:35 9 Tebax 2018
- Çand û Huner
MEXMÛR - Xelatên 4'emîn Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Şehîd Denîz Firat ku vê salê diyarî Şehîdê Çapemeniya Azad Rizgar Deniz ê ku di êrîşek xwekujî ya Pêngava Bagera Cizîrê de li Dêra Zorê şehîd ketibû hat kirin hatin dayîn.
4'emîn Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Şehîd Denîz Firat bi pêşengtiya YXA’ê li Wargeha penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) li cihê konfaransê saet di 20:30’an de bi amadebûna bi sedan beşdarvanan, nûnerên saziyan û mêvanên derve bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û kesên hêjayî xelatê hatin dîtin xelatên xwe girtin.
Li ser girîngiya rojê Dayîka Şehîd Deniz Firat Sultan Yildiztan axivî û got: “Ez ê heta dawî şopdarê rêya Deniz û Rizgar bim.
Li ser navê malbata Şehîd Rizgar Adanmiş xuşka Şehîd Rizgar axivî û hestên xwe wiha anîn ser ziman: “Deniz û Rizgar cihê xwe di dile me de girtin.. Ez gelek kêfxweşbûm ku ev pêşbirk ji bo Rizgar hatiye amadekirin. Ew li koçberiyê de mezin bû û şehîd ket. Deniz soz dabû ku ew ê heta dawiyê kameraya xwe daneyne û ev soza xwe pêk anî. Ez jî li vir soz didim xebat ku heta dawiya şopdarê Xebat bim.”
Piştî axaftinan diyariyên hatin amade kirin radestî malbatê hat kirin. Piştî diyariyan sînevizyona kû ji bo Şehîdên Çapemeniya Azad Şehîd Denîz Firat û Şehîd Rizgar Adanmiş hatibû amadekirn hat pêşandan.
Piştî temaşekirina sînevizyonê merasîma xelatdayînê dest pê kir.
Navê kesên hêjayî xelatê hatin dîtin wiha ne;
Kurdî / Kurmancî - Helbest
1’emîn; Lokman Akbaba, Dilsoziya Gulanê, Zîndana Tekîrdax Tîpa F
2’emîn; Salahadîn Yusuf, Çiraya pêşîn, Efrîn niha li Kobanê ye
3’emîn; Abdulrizaq Şîmşek, Rewneqa DelalaMadî, Zîndana Diyarbekir, tîpa T
Kurdî/ Kurmancî - Çîrok
1’emin Abdûlrezaq Şîmşek, Mêvanê Şevê, Zindana Amadê Tîpa T
1’emîn; Weysî Tallî, Daweta Sitî Zileyxa û kurê Mîrê Botanê, li Wargeha Mexmûr
1’emîn; Roza Metîna, Mizgîn xêrên der biharan , Mêrdîn li Amedê
2’emîn ; Qedîr Egîd û Sêvda tî ma…!, Amûdê niha li Qamişlo ye
3’emîn; Loqman Akbaba, Soring, Zîndana Tekîrdax T’ipa F