'Em ê binpêkirina mafan ên li girtîgehan teşhîr bikin'

  • 15:28 7 Tebax 2018
  • Rojane
MÊRSÎN - Şandeya HDP’ê ya Serokwekîla Koma HDP’ê Fatma Kurtulan jî dinavê de, derbarê binpêkirinên mafan ên di Kampusa Girtîgeha Tarsûsê de tên jiyîn bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin kirin û Kurtulan, diyar kir ku desthilatdar dibe sedema binpêkirinên mafan ên di girtîgehan de.  
 
Şandeya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  derbarê binpêkirinên mafan ên li Kampusa Girtîgeha Tarsûsê tên jiyîn de, bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin kir.  Serokwekîla Koma HDP’ê Fatma Kurtulan, parlamenterên HDP’ê yên Edeneyê   Tulay Hatîmoglullarî û Kemal Pekoz, endamê Meclîsa DBP’ê Erol Demîrhan, rêveberên ÎHD’ê yên Mêrsîn û Tarsûsê, rêvberên DBP’ê y ên Mêrsînê, rêveberên HDP’ê yên Mêrsîn û Tarsûsê beşdarî şandeyê bûn. Şandeyê piştî hevdîtina bi rêveberiyên girtîgehê re, li ber deriyê girtîgehê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê  de Serokwekîla Koma  HDP’ê Fatma Kurtulan axivî û got: "Rêveberiya girtîgehê îdîayan qebûl nake.”
  
Fatmayê, bal kişand ser rewşa Zeynep Turan a 29 rojin li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Tarsûsê di greva birçûbûnê deye û wiha bilêv kir: “Turan di hucreya yek kesî de tê girtin û ji bo nebirin qawîşê 29 rojin di greva birçîbûnê deye. Rayêdarên girtîgehê jê re gotin ‘Ger tu endamtiya rêxistinê qebûl bikî, emê te bişînin qawîşê.’ Piştî hevdîtina cuda nû Turan birine qawîşê. Di heman demê rewaş Sîse Bîngol a 78 salî heye. Ji sala 2017’an ve girtiye. Ligel ku nexweşe jî nayê berdan. Rayedarên girtîgehê îdîayan qebûl nekin jî, emê cardin çopdarê hemû pirsgirêkên girtîgehan bin.” 
 
Fatmayê, da zanîn ku dê şandeyek parêzer yek bi yek bi girtiyan re ji nû de hevdîtin bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Piştî rapora beyanên girtiyan hat amadekirin, emê lez bidin xebatên xwe. Desthilatdarî dibe sedema binpêkirinên di girtîgehan de. Li ber çavên me binpêkirinên mafan înkar kirin. Emê van binpêkirinan li her derê teşhîr bikin. Ji bo ku berpirsên van binpêkirinan derkevin pêşberî darazê, tişta ji destê me were em ê bikin.”