4 salên ku bê Denîzê derbas bûn...
- 09:10 7 Tebax 2018
- Rojane
MEXMUR - Rojnameger Denîz Firat (Leyla Yildiztan) di 8’ê Tebaxa 2014’an de di êrîşa DAIŞ’ê ya li hemberî Kampa Mexmurê ya girêdayî Başurê Kurdistanê de, jiyana xwe ji dest da. Denîz ku dema nûçe dişopand bû hedefa DAIŞ’ê ala rojnamegeriya jinê û çapemeniya azad dewrê rêhevalên xwe kir.
Di 4’emîn salvegera jiyana xwe ji destdayîna Denîzê de malbata wê axivî. Dayika Denîzê, Sultan Yildiztan wiha got: “Di 27 sal jiyana koçberiya me de me 4 zarokên xwe şehîd dan. Lê şehadeta Denîzê, ji ber bi destê DAIŞ’ê pêk hat ji me re pir giran hat. Em dizanin ku em bi bedelên giran dikarin bigihêjin armanca xwe.”
Sultanê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Şehîd Denîz zaroka min ya duyem bû. Di temenê biçûk de tevlî têkoşîna azadiyê bû. 22 salan ji bo gelê xwe têkoşîn da. Rojnameger bû. Me qet nedifikirî em rojekê agahiya şehadeta wê bibîhizin.”
‘Dema min agahî girt min xwest heta ji min bê ez biqîrim’
Sultanê roja êrîşa DAIŞ’ê ya li hember kampê wiha vegot: “Gotin kampê vala bikin. Me jî hema xwe kom kir. Wê navberê min di carekê de Denîz dît. Di destê wê de wênekeş gel dikşand. Cil û bergên wê yên kesk li ser bûn. Di ber wesayîtan de bi lez derbas dibû. Min xwest xwe bigihînimê lê nebû. Kêm mabûn çete bikevin kampê. Her kes bi fikar bû. Roja din agahî hat dayîn ku Denîz bi giranî birîndar bûye. Piştî demekê jî gotin şehîd ketiye. Dema min şehadeta wê bihîst, min xwest heta ji dilê min tê biqêrînim. Me 4 zarokên xwe li vê kampê winda kir. Lê ya Denîzê ji ya hemûyan girantir bû.”
‘Wê kamera û pênûsa wê li erdê nemîne’
Sultanê di berdewamiyê de daxuyakirin ku Denîzê dixwest cenazeya xwişka xwe Saryayê bibe Ebax a Wanê û wiha got: Lê em niza cenazeya Saryayê li ku ye. Tenê em dizanin ku li herêma Metîna ye. Xwişka Denîzê ya herî biçûk Berîtan dema çû Wanê, Denîzê got ‘biçe gola Wanê. Li wir sê çayan vexwe. Ji bo min jî yekê vexwe.’ Ez gelek ji wê gotina wê bi bandor bûm. Denîz bi hesreta Wanê jiya. Girêdayî kevneşopiya xwe bû. Lê Şehîd Denîz niha bû sembola Mexmurê. Wê kamera û pênûsa wê li erdê nemîne.”
‘Min ji bo Denîzê darek çand’
Sultanê diyar kir ku hevalê Denîzê, Rizgar di riya Denîzê de çûye û di Bahoza Cizîrê de di dema şopandina nûçeyan de jiyana xwe ji dest daye û got: “Li cihê Denîz şehîd ket min darek zeytûnê çand. Ez diçim wir û bîhna wê darê dikşînim dilê xwe. Li wir xwîna keça min, Denîza min herikî. Bîhna wê ji wir tê. Êşa wê wek roja ewil teze ye. Em ê îsal jî bibîr bînin. Em ê merasîmê pêk bînin. Ez ê xwedî li emanetên wê derkevim.”
‘Gel ew tenê nehişt’
Bavê Denîzê Narîf Yildiztan jî bal kişand ser roja êrîşê û got li ser wesayeta Denîzê cenazeya wê birine gundê Ebax a Wanê got û gel di merasîma cenazê de xwedî li Denîzê derketine.