‘Ji ber derziya şaş 4 zarokên min astengdar man!’
- 09:03 7 Tebax 2018
- Rojane
MÊRDÎN - Dayika 8 zarokan Aynur Aybîk got ji ber derziya şaş li zarokên wê hatiye xistin 4 zarokên wê astengdar mane. Aynurê, anî ziman ku sedema vê yekê derziya şaş e û diyar kir ku êdî ewlehiya tendûristiyê nemaye.
Dayika 8 zarokan Aynur Aybîk bi eslê xwe ji navçeya Dêrîka Mêrdînê ye û zewaca eqrebatiyê kiriye. Aynurê ya ku nêzî 7 salan zarokên wê çê nebûne û piştî 7 salên din du canî maye piştre zarokekî law aniye dinyayê. Aynûrê got ku 4 zarokên wê ji ber derziya şaş li wan ketiye niha astengdar in. Aynurê, anî ziman ku sedema vê yekê derziya şaş e û diyar kir ku êdî ewlehiya tendûristiyê nemaye.
Aynur anî ziman ku dema 4 zarokê wê 2-3 mehî bûne derzî li wan hatiye xistin û got ku ji ber wan derziyan zarokên wê îro di vê rewşê de ne û wiha got: “Nêzî 7 salan zarokên min çê nebûn. Piştî 7 salan zarokekî min ê kur çê bû. Ew kurê min dema hat dinyayê sax bû û hîn jî sax e. Piştre 3 kur û keçek min çêbûn. Dema 4 zarokên min jî hatin cihanê tu nexweşiyên wan tunebû. Ew dema 3-4 mehî bûn derzî li wan xistin û di temenê biçûk te bijîşk derzî li wan xist. Di temenê biçûk te zarokên min hewaleya veşarî derbas kirine û min ev ferq nekir. 4 zarokên min heta 7 saliya xwe gellek baş bûn. Lê belê ji 7 saliyên xwe şûnde nexweş ketin û ez wê demê li nexweşiya wan haydar bûm. Min zarokên xwe birin gellek nexweşxaneyan û bijîjkan ji me re gotin ku zarokên we nexweşiya atakê derbas kirine. Dema ew zarokên min wer nexweş ketin min got belkî ji ber zeweca eqrebatiyê ye zarokên min wer nexweş ketin. Lê bijîjkan gotin ku ji ber zewacê nîne.”
‘Zarokên min ji ber derziya şaş îro nexweş in’
Aynurê, anî ziman ku ji ber 4 zarokên wê jî nexweş in hemû pêdiviyên wan ew dike û wiha pêl da axaftina xwe: “Zarokên min niha nikarin bi tena serê xwe nan bixwin, bigerin û serê xwe bişon. Hemû pêdiviyên wan ez dikim. Ji bo tenduristiya wan baş bibe min wan bir gelek nexweşxaneyan. Lê belê bijîşkan hemû ji min re gotin ku zarokan nexweşiya ataksiyê derbas kiriye. Zarokên min ji ber derziya şaş îro nexweş in. Zarokên xwe ez bi tena serê xwe li wan dinêrim. Di aliyê aboriyê de rewşa me ne baş e. Min raporên zarokên xwe dixwestim bidim çêkirin, ji bo ku di aliyê aboriyê de debara wan bikim. Dema min rapora wan dibir ji bo di aliyê aboriyê de alîkariya me bikin ji min re digotin hûn dewlemend in. Min 4 caran rapor derxist lê her carê jî nehat qebûlkirin. Ji bo zarokên xwe min erebeyên ji bo nexweşan xwest nedan min û me li Stebolê ji bo zarokên xwe kirî. Ji ber ku zarokên min her çiqas mezin dibin, giran jî dibin.”
‘250 zarok ji ber derziya şaş nexweş ketibûn’
Aynurê, bi bîr xist ku ji ber derziyên şaş li zarokên wê hatine xistin doz li bijîşkan venekiriye. Aynurê, da zanîn ku ji ber rapor di destên wan de tunebûne nikaribûne wek delîl bi kar bînin. Aynurê, got di sala 2013’an de li gelek dibistanên Qoserê ji ber derziyên şaş gelek zarok nexweş ketine û wiha pê de çû: “Wê demê min zarokekî xwe dibir dibistana Qoserê. Li gelek dibistanên Qoserê ji ber derziya şaş li zarokan xistibûn rêvebiriya dibistanan rapor derxistibû û tevahî hemû dibistanên Qoserê 250 zarok ji ber derziya şaş nexweş ketibûn. Ev agahiya rêvebiriya dibistana Hayat İşigi ya Qoserê da me. Wê demê 3 zarokên malbatekê ji ber derziyê mirin. Lewra jî ez dibêjim ji ber derziya şaş zarokên min di vê rewşê de ne.”
‘Êdî ewlehiya tendûristiyê nemaye’
Aynurê, di dawiya axaftina xwe de got ku bila êdî derziyên şaş neyên bikaranîn û xwest ku di nava rewşên wiha de baldar bin. Aynurê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Êdî ewlehiya tendûristiyê nemaye. Tendûristî piştguh tê kirin. Îro zarokên min wer bûn û ez naxwazim ku zarokên tu kesekî din jî wer bibin. 4 zarokên min niha hestiyên wan dihelin û her ku roj diçe rewşa wan xirabtir dibe. Niha xwîn jî ji devên wan tê.”