'Rewşa keça min ber bi xetereyê ve diçe '

  • 09:01 7 Tebax 2018
  • Rojane
Zeynep Turgut
 
COLEMÊRG - Li Girtîgehên Tirkiyeyê bi hezaran girtîyên nexweş bi zext û îşkenceyên giran rû bi rû dimînin. Li Girtîgeha Kayseriyê girtiya nexweş a bi navê Seyran Demîr yek ji wan girtiyan e. Seyran 4 sale di nav şerd û mercên girtîgehê de li gel nexweşiya xwe tedikoşe. Dayika Seyranê bang li herkesî kir ku li hemberî girtîgehan hêstiyar tev bigerin û got ku bibin dengê girtîgehan. 
 
Di girtîgehên Tirkiyeyê de  zext, êrîş û pêkûtiyên rêveberiyên girtîgehan didomin. Di girtîgehan de bi hezaran girtiyên nexweş hene. Li Girtîgeha Kayseriyê girtiya nexweş a bi navê Seyran Demîr yek ji wan girtiyan e. Seyranê bi nexweşiya pençeşêrê ketiye û li ber xwe dide. Seyranê piştî Girtîgeha Tarsusê sirgûnî girtîgeha Kayserî hate kirin. Seyranê 4 sale ji tedavîkirinê zêdetir, bi polîtikayên sirgûnkirinê re rû bi rû dimîne û bi keyfî tê sirgûnkirin. 
 
'Rêveberiya girtîgehê  keça min terkî mirinê kirîye'
 
Dayika Seyranê Ciweyra Demîr anî ziman ku rewşa Seyranê ber bi xetereyê ve diçe û got ku Seyran nikare di nav şerdên girtîgehên de bijî û wiha axivî;"Tu sucê keça min tune bû. Ev 4 sale bi vê nexweşiya xwe di nav şerd û mercên girtîgehê de tedikoşe. Seyranê pir nexweş e. Di nav çar diwaran de miroveke nexweş nikare jiyana xwe zêdetir bidomîne. Dibin nexweşxaneyê û dibêjin tu nexweşiya wê tune ye. Êşa wê êşeke giran e. Nikare tiştekî bixwe. Ji xwe di girtîgehan de îşkence heye. Xwarinên herî ne xweş didin. Ji bo ku xwarinên nerim tune ne,  biskuviyan didin Seyranê. Ji bo ku bê tedavîkirin me pir daxwazname dan. Lê mixabin bi tu awayî nehatine qebûlkirin. Destûr nadin em biçin hevdîtinan. Ev rêbazeke îşkencê ye. Xwedê vê zilmê qebûl neke. Rêveberiya girtîgehê  keça min terkî mirinê kiriye."
 
'Rewşa keça min ber bi xetereyê ve diçe deng bidin girtîgehan'
 
Ciweyrayê di berdewamiya axiftina xwe de bi lêv kir ku Seyranê her roj qelstir dibe û got ku divê bi lez bê tedavîkirin û wiha domand:"Di girtîgehan de zilm dikin. Li ku derê hatiye dîtin ku mirovê nexweş bi nayên tedawîkirin û di bin çar diwaran de hatiye girtin? Dibin revîrê bijîşk dibêje tu nexweşiya wê tune ye. Ew bijîşk ji wan re dixebitin, ji ber wê li gorî wan tu nexweşiya keça min tune ye. Rapora wê a nexweşiya helandina hestiyan heye lê dîsa jî ne tê berdan ne jî tê tedawîkirin. Niha li girtîgehan bi hezaran girtiyên nexweş hene. Çima bernadin? Dê çi zirara nexweşan bigihêje mirovan? Keça min ji ber nexweşiya xwe nikare li ser piyan bisekine. Keça min ji tedawîkirinê zêdetir sirgûn kirin. Ez 3 mehan carekê diçim hevdîtinan. Rewşa wê ber bi xeterê ve diçe. Bila herkes bi hêstiyar tev bigere, deng bidin girtîgehan. Divê girtiyên nexweş bên berdan. Divê ev zilm bi dawî bibe. Ez dixwazim ku keça min bi lez bê berdan. Ev pêkûtî li dijî mirovahiyê ne. Mafê mirovahiyê  bi îşkenceyê tê binpêkirin. "