ROJEVA 7'Ê TEBAXA 2018'AN
- 09:00 7 Tebax 2018
- Rojev
*Li Girtîgehên Tirkiyeyê bi hezaran girtîyên nexweş bi zext û îşkenceyên giran rû bi rû dimînin. Li Girtîgeha Kayseriyê girtiya nexweş a bi navê Seyran Demîr yek ji wan girtiyan e. Seyran 4 sale di nav şerd û mercên girtîgehê de li gel nexweşiya xwe tedikoşe. Dayika Seyranê bang li herkesî kir ku li hemberî girtîgehan hêstiyar tev bigerin û got ku bibin dengê girtîgehan.
DÎMEN HEYE
*Dayika 8 zarokan Aynur Aybîk got ji ber derziya şaş li zarokên wê hatiye xistin 4 zarokên wê astengdar mane. Aynurê, anî ziman ku sedema vê yekê derziya şaş e û diyar kir ku êdî ewlehiya tendûristiyê nemaye. DÎMEN HEYE
*Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ji bo ‘Şahiya Ciwanan’ a li Amedê wê pêk bê bang kirin û gotin: “Bi zanebûn pêşiya ciwanan tê girtin. Ji ber dînamîka herî xurt a civakê ciwan in.”DÎMEN HEYE
*Li Rihaya ku yek ji cihên girîng ên hilberîna fistikan e, germahî derket 45 dereceyî û dest bi komkirina fistikan hat kirin. Jinên ku fistikên bi navê boz û beng berhev dikin, hem ji germahiyê û hem jî ji heqdestên digirin bi gazinc in.DÎMEN HEYE
*Seroka Komîsyona Lêkolîn û Şopandinê ya Mafê Jin û Zarokan a CHP’ê Candan Yuceer diyar kir ku li dijî OHAL ya hatiye mayîndekirin, ancax jinên rastî feraseta desthilatdariyê hatine têkoşînê derxin pêş û got di dema nû de wê bi jinan re ligel hev bin.
*Li Wanê jinan bi komkirina mişmişan dest bi amadekariyên zivistanê kir û ji mişmişên ku paqij dikin, bastik û rîçal çê dikin û her wiha ji bo xoşafê jî hişk dikin. Jinan balkişand ser krîza aborî û got ev amadekarî kêm be jî wê wan ji krîzê xilas bike.DÎMEN HEYE
*Kongreya Star li Bakurê Sûriyeyê ji bo 2’emîn kongreya xwe amadekariyan dike û ji pêngava ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin jî wê pêşengiyê bike.
*Rojnameger Denîz Firat (Leyla Yildiztan) di 8’ê Tebaxa 2014’an de di êrîşa DAIŞ’ê ya li hemberî Kampa Mexmurê ya girêdayî Başurê Kurdistanê de, jiyana xwe ji dest da. Denîz ku dema nûçe dişopand bû hedefa DAIŞ’ê ala rojnamegeriya jinê û çapemeniya azad dewrê rêhevalên xwe kir.
*Çend ev gotina pêşiyan di roja me de rast e. Ji ber kû heya mirov kêrî xwe neyê kesek kêrî mirov nayê. Mesela me Kurdan jî ev e. Me wek gelê Kurd dîrokek demdirêj û bi nirx li dû xwe hiştiye. Gelek caran di dîrokê de em bûne çavkaniya hêz, bawerî, afirînerî û avabûna jiyanê. Lê li kêleka van rastiyên me yên giranbuha, gelek caran em bi êş û azarên giran re jî rû bi rû mane. Ev êşên giran ên em jiyîne bê guman gelek caran çavkaniya wan em bi xwe ne. Ji ber ku em gelek caran di warê têkoşîn û xwedî derketina nasnameya xwe de bûne xwedî kêmasî. Ji bo jiyanek azad û wekhev divê em dawî li van kêmasîna bînin. JI PÊNÛSA JINAN