Heyeta HDP’ê li gundê Qadiyan lêkolîn pêk anî

  • 17:54 6 Tebax 2018
  • Rojane
COLEMÊRG – Heyetek ji HDP, ÎHD û OHP’ê pêk tê bi boneya li cihê bûyera Nurcan Karakaya û pidikê xwe jiyana xwe ji dest dan lêkolîn bike çû Geverê. Heyet dê raporek amade bike û di rojên pêş de bi raya giştî re parve bike.
 
Heyeta ji HDP’ê, ÎHD’ê û OHP’ê pêk tê ji bo li cihê bûyera Nurcan Karakaya û pidikê xwe jiyana xwe ji dest dan lêkolîn bikin ewil çûn navçeya Geverê ya Colemêrgê. Heyeta ji paramenterên HDP’ê Saît Dede, Muazzez Orhan û Murat Sarisaç, rêveberên Şaxa ÎHD’ê ya Geverê û parêzerên Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) pêk tê pişt re derbasî cihê bûyerê gundê Qadiyan a Geverê bû. Heyetê li şêniyên gund guhdar  û pişt re jî çûn cihê bûyerê lêkolînan pêk anîn. 
 
Piştî lêkolînên li herêmê heyet ji gund vegeriya. Heyetê ragihand dê vegotinên gundiyan û lêkolînên li cihê bûyerê pêk anîne dê di rojên pêş me de ji raya giştî re aşere bikin.