'Bûyerên îstismarê zêde dibin
- 16:30 6 Tebax 2018
- Rojane
ŞIRNEX - Jinan têkildarî bûyerên îstîsmarê yên Şirnexê daxuyanî da û diyar kir ku zêdebûna nûçeyên îstîsmarê ne tesadufî ye û berhema zihnîyet û bîrdoziyê ye.
Meclisa Jinên Şirnexê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) der barê îstîsmara zayendî ya ku beriya çend rojan li bakaroka Gundikê Melê ya navçeya Qilebanê ya Şirnexê derketibû holê daxuyaniyek da. Daxûyanî li rêxistina DBP’ê ya Şirnexê hat dayîn û nûnerên hin sazî û hejmareke zêde jin tev li bûn.
Li ser navê jinan Hevseroka HDP’ê ya Şirnexê Zeynep Unat daxuyanî da. Unat bi bîr xist ku dema desthilata AKP’ê de bûyerên îstîsmara zayendî zêde bûne û wiha got: “Tenê bûyerên îstîsmarê yên salekê ku çûne ber destê dadgehan 16 hezar û 957 in. Dîsa li gorî daneyên fermî li Tirkiyeyê 181 hezar 'zarokên bûk’ hene. Bûyerên îstîsmara zayendî di 10 salên dawîn de ji sedî 700 zêde bûye û 300 hezarî derbas bûne. Zêdebûna nûçeyên îstîstmara zayendî ne tesadufî ye, berhema zîhniyet û birdoziyê ye.”
Zeynep got ku dê cihana ku mirov di temenê zarokatiya xwe de neyên zewicandin, tacîz û îstîsmarkirin saz bikin û ev tişt anîn ziman: “Em ê ji bo ku zarok cihaneke bi ken, azad û kêf hîn bikin têkoşîna xwe bidomînin û qet dev ji ber nedin.” Unat herî dawî îstîsmara zayendî ya ku li Şirnexê pêk hatibû şermezar kir û destnîşan kir ku dê îstîsmarên zayendî bişopînin.