Li Çerkezkoyê mirina jinekê ya gumanbar
- 15:35 6 Tebax 2018
- Rojane
TEKIRDAG - Hat îdiakirin ku li Çerkezkoyê jina bi navê Seren Aydin xwe ji şaneşîna qatê 6'an avêtiye xwarê û jiyana xwe ji dest daye.
Hat îdiakirin ku do di saetên êvarê de li Navçeya Çerkezkoya Tekirdagê jina bi navê Seren Aydin xwe ji şaneşîna qatê 6'an avêtiye xwarê û jiyana xwe ji dest daye. Bi agahdarkirina welatiyên der û dorê ekîbên tenduristiyê hatin cihê bûyerê û Serenê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çerkezkoyê. Hat hînbûn ku Serenê jiyana xwe ji dest daye.
Cenazeyê Serenê ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê. Hat diyarkirin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn daye destpêkirin.