Li Geverê 5 kes hatin binçavkirin

  • 14:51 6 Tebax 2018
  • Rojane
COLEMÊRG - Li Geverê 5 kesên di nav de yên Nurcan Karakaya û pitikê wê rakirin nexweşxaneyê jî hene hatin binçavkirin. 
 
Li gundê Qadiyan a navçeya Geverê ya Colemêrgê hevjîna binefser Nurcan Karakaya û pitikê xwe yê 11 mehî Mustafa di teqînekê de jiyana xwe ji dest dabûn. Duh bi şev leşkeran têkildarî bûyerê bi ser gund de girt û li malan lêgerîn pêk anî. Piştî lêgerînê 5 kesên di nav de yên Karakaya û pitikê wê rakiribûn nexweşxaneyê hene jî hatin binçavkirin. 
 
Hat zanîn ku dema leşkeran welatî binçav dikirin heqaret li wan kirin û 2 welatî hatin derbkirin. 
 
Piştî bûyerê jî leşkeran bi ser heman gundî de girtibû û 20 kes binçav kiribû. Ji van 18 kes pişt re hatibûn berdan.