Hemama Artukluyê ya li Heskêfê hat barkirin

  • 11:40 6 Tebax 2018
  • Rojane
ÊLIH - Hemama Artukluyê ya li Heskêfê a ku xwediyê dîroka 540 salan e û giraniya wê 1500 ton e, hat barkirin. 
 
Barkirina berhemên dîrokî yên li Heskêfê didome. Di çarçoveya projeyên Benda Ilısuyê û Santralên Hidro Elektirikê de dîroka 10 hezar salî dê di bin avê de bimîne. Vê serê sibehê Hemama Artukluyê ya li Heskêfê a ku xwediyê dîroka 540 salan e û giraniya wê 1500 ton e, hat barkirin.