MSD: Yên ji krîza Sûriyeyê xwe xwedî dikin hene

  • 09:07 6 Tebax 2018
  • Rojane
QAMIŞLO - Endama Rêveberiya MSD’ê Derya Hana, diyar kir ku hevdîtina di navbera rejîma Sûriyeyê de erênî derbas bûye û di nav daxwazên sereke de, naskirina xweseriya demokratîk a ji aliyê rejîmê ve cih girtiye. Deryayê daxuyakirin ku yên ji aloziya rejîma Sûriyeyê xwe xwedî dikin hene û wiha got: “Yekem car bi muxatabên pirsgirêkê re hevdîtin hat kirin. Me berê jî gotibû ger li Sûriyeyê çareseriyek hebe ev di nav Sûriyeyê de pêkan e.”
 
Hêzên Demokratîk yên Sûriyeyê (QSD) ku beşek mezin a Bakurê Sûriyeyê di bin kontrola wan de ye, baskê wê Meclîsa Sûriyeyê a Demokratîk (MSD)  ji bo muzakereya bi Şamê re bê pêşketin û şîdet bi dawî bibe di 26’ê Tîrmehê de hevdîtinek pêk anî. Li ser daxwaza rêveberiya Şamê  hevdîtin hat kirin. MSD’ê piştî vê daxuyaniyek da û diyar kir ku ji bo di navbera her du aliyan de muzakere û diyalog bê pêşxistin li her qadê wê komîte bê avakirin.
 
Endama Rêveberiya MSD’ê Derya Hana civîn ji ajansa me re nirxand.
 
Deryayê destnîşan kir ku piştî pêvajoya pevçûnan a 8 salan şûnde yekem car ji bo muzakereyê bi rêveberiya Şamê re pêngav hatiye avêtin û li ser navê MSD’ê ji gelên Bakurê Sûriyeyê, Suryanî, Ereb, Kurd tevlî bûne. Deryayê wiha got: “Bêguman em pêngava hikûmeta Sûriyeyê erênî dibînin. Lê em dizanin her tişt di carekê de nabe. Ji bo vê nîqaşên berfireh hatin kirin. Di encama vê de biryara avakirina du komîteyan hat girtin.  Di pergala Sûriyeyê de îdareyên taxî hene. Ya me jî modela xweseriya demokratîk e. Derfetên xweseriyê zêdetir in. Nîqaşên me niha didomin. Biryara avakirina komîteyan hat girtin û komîteyek jî li ser deriyên gumrukê hat avakirin.”
 
‘Hêzên naxwazin muzakere çêbin hene’
 
Deryayê bi lêv kir ku komîteyên bên avakirin wê biçin biryarek hevpar û wiha dirêjî da axaftina xwe: “MSD di muzakereyan de destkeftiyên 8 salan wê biparêze. Piştî 8 salan pêngava Sûriyeyê, nîşan dide ku bandora têkoşîna wan li ser heye. Hinek hêzên hegomonîk yên navneteweyî dixwazin pêşî li muzakereyan bigirin. Wê çi ji destê wan bê bikin. Lê çareseriya pirsgirêkan bi me ve girêdayî ye. Bi muzakereyên rast wê pirsgirêk bê çareserkirin.”
 
‘Wê li demê bê belavkirin’
 
Deryayê bal kişand ser muzakereyan û got wê muzakere li demek dirêj bê belavkirin û ev tişt anî ziman: “Dema em biçin em rejîmê an jî rejîm gazî me bike destê me xurt e. Di alî leşkerî de hevdîtinek nebû. Me tenê li ser xizmet û birêvebirinê de nîqaş meşand. Rejîma Sûriyeyê jî dixwaze encamê bigire. Lê ev li demek dirêj wê bê belavkirin. Çavên gel jî li me ye. Dixwazin muzakere bên kirin. Ji ber li ser axa Sûriyeyê pevçûnên bi şîdet tên jiyîn. Niha herêma ewle Bakurê Sûriyeyê ye. Niha li ser Îdlîbê jî planên cuda hene. Rûsya û Tirkiye artêşa xwe li van deran bi cih dike.”
 
‘Yekem car li ser maseyê rûniştin’
 
Deryayê di berdewamiyê de destnîşan kir ku yekem car muxatabên mijarê tên cem hev û hevdîtinan dikin û bal kişand ser daxwazên MSD’ê: “Ya yekem naskirina xweseriya demokratîk e. Ya duyem jî ancax em muxatab dikarin  pirsgirêkê çareser bikin. Ya sêyem jî şerê li Sûriyeyê rawestandine. Me ev her sê daxwazên xwe anî ziman. Divê ji van daxwazên me re bibin bersiv. Ji ber niha li Reqa, Dêrazor û Teqba ku piranî Ereb lê dijîn, gel bi fikar e.  Rewşa van cihan ne diyar e. Fikar tên jiyîn. Lê bila gel bi me bawer be. Me ev her sê daxwaz ragihandin. Heta daxwazên me neyên qebûlkirin muzakere ne mijara gotinê ye. Hevîtinan hinek alî ne rehet kir. Ji bo vê jî dijpropaganda hat kirin. Hevdîtina me kir pir deng anî. Em jî ji ber hêza me diqewime. Lê yên vê hêza me hezim nakin hene. Kurdan di avakirina xweseriya demokatîk de hêza xwe nîşan daye.”