'Divê hemû kes di mijara alîkariyê de piştevaniyê bi hev re bikin'
- 09:01 6 Tebax 2018
- Rojane
Lîlav Elî-Ferîde Zede
ŞEHBA - Seroka Desteya Kar û Barên Civakî ya Herêma Efrînê Erîfa Bekir da xuyakirin ku Heyva Sor a Ereb piştgiriya xwe ya ji bo gelê Efrînê yê ku li Kampên Şehbayê bi cih bûne qut kiriye. Erîfa Bekir têkildarî mijarê de anî ziman ku ew her dem wekheviya gelan diparêzin û divê hemû kes di mijara alîkariyê de piştevaniyê bi hev re bikin.
Seroka Desteya Kar û Barên Civakî ya Herêma Efrînê Erîfa Bekir da xuyakirin ku Heyva Sor a Ereb piştgiriya xwe ya ji bo gelê Efrînê yê ku li Kampên Şehbayê bi cih bûne qut kiriye. Erîfa Bekir têkildarî mijarê de diyar kir ku peywira mirovatiyê ew e ku em hemû bibin yek û alîkariya mexdûran bikin û got:"Dewleta tirk û komên girêdayî wê bi top û tankan êrîşî gelê Efrînê kirin û gelek sîvîlî jiyana xwe ji dest dan, bi hezaran kes koçber bûn. Kesên ku ji ser axa xwe bi dijwarî hatin koçberkirin pêdiviya wan ji alîkariyê heye û divê em hemû peywira xwe ya mirovatiyê bi cih bînin û alîkariya wan bikin."
Erîfa Bekir da zanîn ku tevî hemû zor û zehmetiyan gelê Efrînê yê li Kantona Şehbayê bi cih bûnê li ber xwe didin û peywira wan a mirovatiyê ew e ku alîkariya wan bikin.
'Em wekheviya gelan esas digirin'
Erîfayê wiha domand:"Ji bo li cîhanê aştî û azadî pêk were divê hemû kes wek hev bin. Mirov cudatiyê nexe nav gelan. Em wekî Desteya Kar û Barên Civakî ya Herêma Efrînê wekheviya gelan esas digirin. Divê hemû kes di mijara alîkariyê de piştevaniyê bi hev re bikin. Dewleta tirk û komên girêdayî wê bi top û tankan êrîşî gelê Efrînê kirin û gelek sîvîlî jiyana xwe ji dest dan, bi hezaran kes koçber bûn. Kesên ku ji ser axa xwe bi dijwarî hatin koçberkirin pêdiviya wan ji alîkariyê heye û divê em hemû peywira xwe ya mirovatiyê bi cih bînin û alîkariya wan bikin."
'Divê hemû cîhan di mijara piştevaniyê de hestiyar tev bigerin'
Erîfayê bal kişand ser helwesta cîhanê û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Divê hemû cîhan di mijara piştevaniyê de hestiyar tev bigerin. Ger ne wiha be dê tu carî aştî û azadiyek giştî pêk neyê. Loma em bang li hemû cîhanê dikin ku di mijara piştevaniyê de hestiyar tev bigerin."