Zarokekî din jî ji destên DAÎŞ'ê hat rizgarkirin
- 16:41 5 Tebax 2018
- Rojane
Delile Axin / Hewlêr Şahîn
ŞENGAL - Di fermana 3'ê Tebaxa 2014'an de DAÎŞ'ê êrîşî Şengalê kir û bi hezaran kes revandin û îşkence bi wan kir. Gelek zarok jî hatin revandin. Ji zarokên ku hatin revandin ê bi navê Rahif Silêman hat rizgarkirin.
Di fermana 3'ê Tebaxa 2014'an de DAÎŞ'ê êrîşî Şengalê kir û bi hezaran kes revandin û îşkence bi wan kir. Gelek zarok jî hatin revandin. Ji zarokên ku hatin revandin ê bi navê Rahif Silêman û ji Gundê Tilbinata Şengalê ji aliyê hêzên QSD'ê ve hat rizgarkirin. Zarokê ku hat rizgarkirin ji navenda TAJÊ radestî malbata wî hat kirin.
Zarokê bi navê Rahif Silêman ku hîn 4 salî bû ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatibû revandin û niha 8 salî ye, anî ziman ku ew niha nizane bi zimanê dayikê û ji aliyê DAÎŞ'ê gelek îşkence dîtiye.
Li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Şemê Remo axivî û got:"Em spasiyê xwe ji bo QSD'ê pêşkeş dikin ku zarokê 8 salî yê bi navê Rahif Silêman ji destên çeteyan rizgar kir. Em hêvî dikin ku hemû Êzidiyên di destên çeteyên DAÎŞ'ê de bên rizgarkirin."
Dayika Rahif Silêman a bi navê Bihar Xalid Alî jî axivî û diyar kir ku ew dixwazin bi zarokên xwe re li ser axa xwe bi aramî bijîn û êdî êşên ku ew dikişînin bi dawî bibe.