Kampa Piştevaniya Mor bi dawî bû

  • 14:39 5 Tebax 2018
  • Rojane
BALIKESÎR - Endamên Piştevaniya Mor ên ji bo kampa havînê hatibûn gel hev, di roja dawî ya kampê de, soz dan ku têkoşîna birêxistinkirî û piştevaniya jinan mezin bikin.
 
Endamên Piştevaniya Mor, bi dirûşmeya “Azadî nêzî me ye, di destên me deye, jin li ku derê bin li wire” bi armanca di serdema nû de lez bidin rêxistinbûyan xwe û têkoşîna jina bi hêztir bikin, ji bo sê rojan li Tesîsatên Şirîn û Perwerdeya Kemal Turkler a Gonen a Balikersê di kompa havînê de li hev civiyabûn. Îro dawî li kampa havînê ya sê rojan hat. 
  
Jinên di saetên serê sibê yên roja sêyemîn a kampê de hatin gelhev, li ber strana guvend gerandin. Jinan di çalakiyên cuda yên li kampê pêk anîn de tecrûbeyên xwe parve kirin û nîqên berfireh meşandin. Berî kam bi dawî bibe, civîn hat  lidarxistin. 
  
Di civîna de Berdevka Piştevaniya Mor Julîana Gozen axaftina girtina kampê kir û wiha got: “Em hatin dawiya kampa xwe. Kampa me heta bêje bi berhem derbas bû. Adresa me piştevaniya jinane. Ji vê kampê me gelek ders derxistin. Emê  li taxan bên gel jinan û vê xebata xwe berdewam bikin. Di rojên pêş me de, em difikirin ku Navenda Jinan a Stenbolê ava bikin. Em ê atolyeyeyên xwe yên parastina çewherî bi hêztir bikin û li dijî tundiya jinan têbikoşina xwe berdewam bikin. Jin li dijî tarîtiyê hêvîne. Di kampê de ev yek derket holê. RÊya me dirêje û pêşiya me vekiriye.”
 
Piştî axaftina Gozen, jinan bi yek dengî tilîlî û dirûşmeyê “Emê cîhanê ji cihê wê bilivîn in” û “Bijî piştevaniya jinan” berz kirin. 
 
Piştî bernameyê endamên Piştevaniya Mor bi hevre wêneyên giştî yên biranînê kişandin