Gundiyên Gogsî: Ewlehiya me tune ye

  • 13:29 5 Tebax 2018
  • Rojane
ERZIROM - Leşkaran gundê Geventepe yê Gogsîyê nêzî 10 rojane dorpêç kirine. Gundiyên Geventepe, diyar kirin ku ketin û derketina gund hatine qedexekirin, helîkopter ser gund pir zêde bombebaran dikin, her ku bombe tên avên malên wan dihejin û gundiyên çûbûn giha kom bikin jî hatine biçavkirin.   
 
Gundiyan, da zanîn ku nêzî 10 rojane leşkeran gundê Geventepe yê navçeya Gogsî ya Erziromê kirine ablûkê û maşineyan di ketina gund de rawestiyayî, ketin û derketina gund qedexe kiriye û nikarin serê xwe ji malê  xwe derbixin.
  
Gundiyan, diyar kirin ku bi dehan maşîneyên zirxî gundên wan dorpêç kirine, helîkopter qada ser gundê wan re bi awayekî pir zêde bombebaran dikin û piştî bombebaranê gelek ambulans û maşîneyên zirxî sewqî herêmê hatin kirin.
  
Gundiyan, anîn ziman ku ewlehiya canê wan tune ye, tevgera leşkerî û bombebarana helîkopteran pir zêdeye. 
  
Hat diyarkirin ku Haydar Oran, kurê wî Cîhat Oran û biraziyê wî Kadîr Oran ên ji bo giha kom bikin çûbûn herêma tê bombebarankirin û hatin binçavkirin li malbatê xwe geriyane û gotine “Ewlekariya canê wan tune ye.”
 
Hat destnîşankirin ku 4 helîkopter bê navber herêmê bombebaran dikin û her ku bobeyan dibarîn in, malên gundiyan dihejin.