Tevî şantaj û şîddetê serbest hat berdan

  • 12:05 5 Tebax 2018
  • Rojane
STENBOL - Mêrê ku şîddet û şantaj li T.Y kir û hat binçavkirin tevî ku bi cezayê 11.5 salan dihat darizandin hat berdan. 
 
Li Uskudara Stenbolê 6 meh berê T.Y ji aliyê hevalê xwe yê mêr ê bi navê A.O.K bi şantaj û şîddetê rû bi rû  ma. Li ser gilîkirina T.Y,  A.O.K hat binçavkirin û bi cezayê 11.5 sal hat darizandin. Dozger girtina A.O.K xwest lê dadger ev yek red kir û serbest hat berdan.