'Bila êdî komkujî neyên jiyîn'

  • 09:12 5 Tebax 2018
  • Rojane
Stêrvan Bêrîvan
 
QAMIŞLO - Jinên ku beşdarî yekemîn Kongreya KPCD-Jin a li Qamişloyê bûn anîn ziman ku ew ê têkoşîna wan a li dijî dagirkeriyê û çewisandinê bidome û bal kişandin ser 4'emîn komkujiya Şengalê û gotin:"Bila êdî komkujî neyê jiyîn."
 
KPCD-Jin yekemîn kongreya xwe li ser asta Bakurê Sûriyeyê bi tevlîbûna 350 delegeyan û mamosteyên ji Reqa, Tebqa, Dêrazor û Minbicê li Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo bi dirûşma "Azadî û bedewî bi zanista jinan dê bigihîje rastiya hevjiyana azad." li dar xist. Jinên ku beşdarî yekemîn Kongreya KPCD-Jin a li Qamişloyê bûn bi lêv kirin ku ji bo siberojên azad û pêşketina jinê ya di her qadê de ew ê xebatên xwe bidomînin.
 
Jina bi navê Dorîn Elî ku cihê xwe di komîteya amedekar a Kongreya KPCD-Jin de digirt wiha got: "Em ê hêza xwe di bin nêrîn û perspektîfên Rêber Apo de mezintir bikin. Em ê di vê çarçoveyê de li dijî çewisandina jinê û komkujiyan jî hêza xwe zêdetir, têkoşîna xwe bilindtir bikin. Bi zanistiya Jîneolojiyê em ê di qada perwerde û civakbûyinê de xebatên xwe berfirehtir bikin."
 
'Bila êdî komkujî neyên jiyîn'
 
Mamosteya Şengalî Sebîha Sebrî ku bûye şahidê komkujiya Şengalê got:"Di vê kongreyê de reng û têkoşîna jinê derket pêş. Jinên ku beşdarî kongreyê bûn li dijî zilm û komkujiyan dê têkoşîna xwe bilindtir bikin. Bila êdî komkujî neyê jiyîn. Divê em pêşî li zilm û komkujiyên nû bigirin. Ji bo vê yekê jî pêdivî ji piştevaniyê heye. Dema ku em bibin yek dê kesek nikaribe li dijî hêza jinê bisekine. Têkoşîna me ya li dijî dagirkerî û çewisandinê dê bidome."