Wê têkoşîna edeleta ji bo rastiyê bi dawî nebe…

  • 09:10 5 Tebax 2018
  • Rojane
Dîlan Babat
 
ENQERE - Biryara doza Komkujiya Gar a Enqereyê du sal şûnde hat dayîn. Encama rûniştina dîrokî êş û hêrsa malbatan netemirand. Rastiyên pişt komkujiyê yek bi yek derkevin holê jî wê malbat dîsa li pey edeleta xwe biçin.
 
Di 10’ê Cotmeha 2015’an de beriya Mîtînga Aştî, Demokrasî û Kedê DAIŞ’ê li Gara Trênê ya Enqereyê êrîşa bombeyî pêk anî. Di komkujiyê de 103 kesî jiyana xwe ji dest dan û gelek kes birîndar bûn. Ji wê rojê lêgerîna edeleta malbatan berdewam kir. Malbat di her 10’ê mehê de ji bo bîranîna kesên jiyana xwe ji dest dane qurnefîl danîn û edalet xwestin.
 
Tedbîrên ewlehiyê veguherîn zextan
 
11’emîn rûniştina biryarê ya li Kampusa Girtîgeha Sîncanê hat dîtin. Malbatan ev rewş wek ‘ji rayagiştî veşartin’ nirxandin. Rûniştina dihat payîn di sê rojan de bi biryar bibe, daket roja çaremîn. Ji Stenbol, Îzmîr, Meletî û gelek bajarên din kes ji bo tevlî bibin hatin Parka Kurtululşê û piştre ber bi girtîgehê ve ketin rê. Kesên tevlî rûniştinê bûn bi zorê ketin hundir. Malbat dîsa di nokteyên lêgerînê de hatin mexdûrkirin. Kaxiz  û pênûs hatin qedexekirin. Şîdeta psîkolojîk hat kirin. 
 
Ji ezmanan berf dibare lê…
 
Hejmarek ji xizmên kesên jiyana xwe ji dest dane û yên birîndar xilas bûn hat tijekirin. Malbatan li rûyê gumanbaran mêze kir û daxwaza edeletê kirin, carek din êşa komkujiyê jiyan. Ciwanekî ku ji komkujiyê xilas bûbû got ‘Ji ezmanan berf dibare, baran dibare lê wê rojê goşt bi ser me de dibariya’. Li dijî tiştên hatin vegotin gumanbar keniyan û vê jî hêrsa malbatan du kat zêdetir kir. 
Cih bi cih gengeşî hat jiyîn û tevî êşa malbatan ew serbilind bûn. Malbatan bertek nîşanî hikûmetê  jî dan û li ser vê serokê dadgehê hişyar kir. Li ser hişyariyan malbatan bertek nîşan da û gotin ‘Hûn dixwazin ji heqeretê dozê li me vebikin. Em ji tu tiştekî natirsin.”
 
Parêzerên muştekiyan di parastinan de delîl û belge pêşkêş kirin û bal kişandin ser piştperdeya komkujiyê. Parastinên di rûniştinê de hatin kirin  ji bo komkujî ronî bibin gelek girîng in. Li gorî parêzeran sapik di vê komkujiyê de wek piyon hatine bikaranîn. 
 
Parêzerên gumanbaran ayet referans nîşan dan
 
Parêzerên muştekiyan ji bo komkujî ronî bibin behsa normên hiqûqî yê gerdunî kirin û parêzerên gumanbaran jî ji bo pêkhatina edeletê ayetên Kuranê Kerîm referans nîşan dan.
 
Neqedya.. Heta edelet pêk neyê
 
Biryara ku bi sebr hat payîn 5 saet piştî navberê hat dayîn. Sebrê êdî cihê xwe da bendawariya bi kelecan. Li derveyê salonê jî gelek kes dipan. Piştî kes ketin salonê şûnde her kes li bende biryarê bû. Piştî biryar bihata aşkera kirin wê dîsa êşa malbatan netemiriya. Wê zarokên wan şûnde nehatiba. Bêguman wê ne dawiya têkoşînê ba.