‘Em ê ji bo jinên Êzidî xebatên lobî bidin destpêkirin’

  • 09:08 5 Tebax 2018
  • Rojane
STENBOL - Endama Platforma Têkoşîna Ji bo Jinên Hatine Desteserkirin ku di 2015’an de hat avakirin, Makbule Altintaş  xebatên platformê nirxand û got pêvajoya din wê bi faliyetên lobiyê bidomin û got bi seferatxaneyên welatên cuda yên Parlamentoya Ewropayê re hevdîtinan dikin.
 
Piştî êrîşa DAIŞ’ê ya di 3’ê Tebaxa 2014’an de li hemberî Şengalê pêk anî şûnde  ji 10 hezarî jin û zarokên keç ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin desteserkirin û hîna 3 hezar jin dîl girtine. Di 5’ê Cotmeha 2015’an de Platforma Têkoşîna Ji bo Jinên Hatine Desteserkirin hat avakirin. Endama platformê Makbule Altindaş xebatên platformê vegot.
 
‘Di dîroka cîhanê de lekeyek reş’
 
Makbuleyê daxuyakirin ku di êrîşên li hemberî Şengalê de cîhan bêdeng maye û ji ber vê jî xwe berpirs hîs kirine, platform ava kirine. Makbuleyê ev tişt daxuyand: “Platform di qada navneteweyî de têdikoşe. Komkujiya hatiye jiyîn di dîroka cîhanê de wek lekeya reş derbas bûye. Ji 2015’an heta niha me bi şahidan re hinek hevdîtin kirin, ev hevdîtin me kirin rapor û ji bo em bibin dadgeha navneteweyî me xebat meşandin.
 
‘Kampanyaya me her sal nû dibe’
 
Makbuleyê destnîşan kir ku di 2016’an de bi banga Meclîsa Jinan a Êzidî re  3’ê Tebaxê wek ‘qirkirin’ girtine dest û ji bo ev roj wek roja navneteweyî bê îlanirin kampanya dane destpêkirin.
 
‘Bi hewldanên xwe azad bûn’
 
Makbuleyê di berdewamiya axaftina xwe de Êzidiyan koçî Amed, Mêrdîn, Şirnex û gelek cihên din kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li kampên şaredariyan hatin bicihkirin lê piştî qeyûm hatin ji kampan hatin derxistin. Xebatên derbarê jinan de em li Ewropayê jî didin meşandin. Di xebatên me yên bi Ewropayê re pirsgirêkên cidî hene. Êzidî bi pirsgirêkên cidî re rû bi rû ne.  Lê jinê bi hewldanê xwe azad bûne jî hene. Di pêvajoya piştre de wê xebatên lobîyê jî bidomin.”