Rojnameger Gulşen Îşerî:Hîna hêvî heye

  • 09:06 5 Tebax 2018
  • Rojane
Evrîm Kepenek
 
STENBOL - Rojnameger Gulşen Îşerî  balkişand ser dorpêça li ser çapemeniyê û got saziyên çapemeniyê bên girtin jî, rojnameger zextan bibînin jî teqez riyên ku rastî bên vegotin wê bên dîtin. Gulşenê ya ji ber vê yekê belgefîlm kişand û pirtûk nivîsî dibêje ‘hîna hêvî heye’.
 
Li Tirkiyeyê ji 180’ê zêdetir rojnameger di girtîgehê de ne, bi dehan saziyên çapemeniyê hatin girtin û bi hezaran rojnemgerên betal hene. Ji ber vê yekê jî şîroveyên wekî ‘li Tirkiyeyê pîşeya rojnamegeriyê qediya, rojnamegerî nayê kirin’ tê kirin. Rojnameger Gulşen Îrî  ku ev şîrove berovajî kir, ewil pirtûka xwe ya bi navê ‘Surgunên Metropolan’ derxist û  bi pirtûka ku jiyana Muhterem Nur vedigot ya bi navê ‘Ez seranserê emrê xwe giriyam’  bang li aliyên berfireh difikirin kir. Ligel pirtûkên xwe îmze avêt bi dehan nûçeyan û tevî hemû zehmetiyan dest ji pîşeya xwe berneda û dibêje ‘ hîna hêvî heye’.
 
Me bi Gulşenê re li ser rojnamegerî û belgefîlma wê axaftinek kir.
 
*Ligel xebatên pirtûk û belgefîlman hûn hîna rojnamegeriyê didomînin. Hûn wek rojnamegerekê motîvasyona xwe çawa ava dikin?
 
Wek kesek bi salane rojnamegeriyê dikim motîvasyona xwe her tim bilind digirim. Belê rewş bi rastî jî ne baş e lê ez her tim hêviya xwe diparêzim. Ma hilberînên herî baş ji kaosan dernayê? Ev tercîhek e. Mirov dikarin bêjin her tişt qedya ez nikarim tiştekî bikim. Lê berovajî vê yekê tevî hemû astengiyan mirov di riya xwe de berdewam bikin rewş cuda dibe. Min jî meş tercih kir. Hîna veguhestina bajarvaniyê di rojevê de tunebû, min pirtûkên veguhestina bajarvaniyê inivîsî. Eleqeya vê rewşê bi sektora înşatê tune ye. Min 10 sal berê ev nivîsîbûn. Min gotibû ev tenê bi taxên polîtîk sînor namîne. Wê li her derê Tirkiyeyê rant pêk bê.
 
Ez wekî din çi bêjim ji we re! Heta hêza min hebe ez ê pirtûkan binivîsim, belgefîlman bikişînim.
 
*Gelek rojnameger dibêjin li Tirkiyeyê şerd û mercên pêkanîn a rojnamegeriyê rabûye. Hûn di vê mijarê de çi difikirin?
 
Belê  min jî ji bo vê pirtûk nivisî, belgefîlm kişand. Belê rojnamegerî qediya, bi rastî qediya. Ez nûçeyan çê nakim, ma ji ku re çê bikim! Lê mirov rojnamegeriyê nekin, riyên din dikarin bên dîtin. Ligel pirtûkên veguhestina bajarvanî, ji bo dengê karkeran bidim bihîstin projeya belgefîlm-pirtûkan dikim meriyetê. Wekî din ez dikarim çawa dengê wan bidim bihîstin! Lê êdî nûçeyên du hevok ne rojnamegerî ye. Di vê bêçaretiyê de em belgefîlman çê dikin. Hîna hêvî heye.
 
*Hûn belgefîlmek nû dikşînin.  Xebatên we di kîjan astê de ne?
 
Belê belgefîlm dikişînim. Demek dirêj çêbû. Ev demek dirêj e me bi dest bi belgefîlma ‘Li Tirkiyeyê karker’ kir. Em karekî zehmet dikin. Ez çîrokê vedibêjim. Dixwazin dest bidin bîranînên mirovan, ez jê hez dikim. Min di pirtûkên xwe yên berê de jî wisa kir. Em niha dest didin jiyana karkeran. 
 
Em wek ekîb bi Tugba Kirrali, Gurcan Ozturk re çûn madenan. Çûn Zonguldakê. Me bi sedmetreyan binê erdê de dîmen kişandin. Vegotina wê tecrubeya me nayê vegotin.
 
Me pergala ku jiyana karker tune ye dihesibîne pir baş dît. Kerkarên ji Rihayê hatibûn li Behra Reş findik kom dikirin. Bêyî ewlehî û di nava şerdên  giran dixebitîn. Mirinên bêdeng ên li tersaneyan. Karkerên Sîlîkosîz. Bi sedan mirinên sîlîkosîz ên li bende mirinê ne hene. Çima ji ber kesên din cilên xweş li xwe bikin! Ji bo hinekên din bijîn ew dimirin.  
 
Jiyana mirovan pir girîng e hûn dizanin? Em hînê mirinan kirin û tovên xerabiyê çandin. Em kor kirin. 
 
*Belgefîlm kengî temam dibe?
 
Li ber qedandinê ye. Em ê biçin Çewlîkê û hewl bidin şerd û mercan biafirînin. Em ê karkerên sîlîkosîz jî li wir bikşînin. Bêguman bi êş pêş dikeve. Em her sê jî dixebitin. Ji bo em jiyana xwe bidomînin divê em vî karî bikin em pere qezenc bikin. Me serî li gelek cihî da lê piştgirî çê nebû. 
 
* Sedema dirêjbûna pêvajoya belgefîlmê çi ye?
 
Sedema dirêjbûna pêvajoya kişandina belgefîlmê mixabin nedîtina sponsor bû. Li Tirkiyeyê sendîka jî di nav de kesî tiştek nekir. Lê dema karker dimirin hemû tên eniyên pêş. Em bi derfetên xwe çûn tersaneyan, madenan. Êdî bendewariyek min tune ye.
 
* Sala borî wek pirtûka ku çîroka Muhterem Nur vedibêje nivîsî. Hinek nîqaş hatin rojevê. Hûn vê çawa dinirxînin?
 
Rêwitiya jiyana jinekê bû di esasê de. Min bi hezkirin û bawerî çê kir. Lê hinek tiştên neyînî hatin jiyîn. Min di jiyana xwe de her tim girîngî da kedê. Tiştê min bi Muhteremê re jiya jî ev bû. Di encamê de jinek ku berê pir tişt jiyaye. Jinek ku pir êş dîtiye. Min bihîst pirtûk firotiye çêkerekî. Wê jî di roportajên rojnameyan de got. Min îhtar kişand, şîrketê got tiştek wisa tune ye, ne rast e. Min tiştên qanûnî kir.  Lê pirtûk wisa disekine. Li gorî min xebatek hêja ye.