'Tu der nabe wekî axa mirov'
- 09:01 5 Tebax 2018
- Rojane
Îlham Eloso
KOBANÊ - Jinên Kobanê derbarê şerdên koçberiyê yên dijwar û vegera koçberên li ser axa xwe de anîn ziman ku her mirov li welatê xwe bextewar e û gotin ku tu der nabe wekî axa mirov.
Di encama şerê ku li Sûriyeyê qewimî de bi milyonan kes mecbûr man ku koçî welatên din bibin. Bi milyonan jî mirovan jiyana xwe ji dest dan, hinek jî bê mal û bê hêvî man. Derbarê mijarê de jinên Kobanê yên ku bûne şahidên koçberiya dijwar gotin:"Li ser sînoran em bûn şahidê mirana gelek kesan û hêsirê dayikên ku ji bo welatê xwe dihat xwarê."
'Em bû şahidê êş û elemên giran'
Dayika bi navê Wehîda Ehmed bi lêv kir ku ew dixwaze li ser axa xwe azad bijîn û got:"Ji serdema şerê Sûriyeyê dest pê kir heta niha em bûn şahidê êş û elemên giran. Li ser sînorên welatên din gelek kes hatin kuştin û birçî û tî hatin hiştin. Gelek kesên ku xwestin vegerin ser axa xwe ya hatin kuştin an jî îşkence dîtin. Niha jî gelek kes dixwazin vegerin ser axa xwe lê ji ber ku hîn şer neqediyaye nikarin vegerin. Ji ber Erdogan û alîgirên wî jî gelek kes mecbûr man ku koç bibin û gelek kesî jî jiyana xwe ji dest dan. Em ê li dijî dagirkeriyê her têbikoşin. Em dixwazin êdî ev şer bi dawî bibe û hemû kes vegerin ser axa xwe. Çimkî tu der nabe wekî axa mirov û her mirov li ser axa xwe bextewar e."
'Bila kuştina li ser sînoran bi dawi bibe'
Her wiha dayika bi navê Zelîxa Brahîm ku wê jî di sala 2013'an de ji Reqqayê koçî Kobanê kiriye wiha got:"Şerê ku li Sûriyeyê dest pê kir û niha didome şerekî gelekî dijwar bû. Gelek kes ji ber şer reviyan û koçî welatên wekî Lubnan, Tirkiye, Almanya û welatên wekî din kirin. Gelek kes jî li sînoran hatin qetilkirin. Tu ewlehiya sînoran nemaye. Dema ku me jî koçî Kobanê kir me gelek zor û zehmetî kişandin. Şerdên koçberiyê gelekî dijwar e. Li ser sînoran em bûn şahidê mirana gelek kesan û hêsirê dayikên ku ji bo welatê xwe dihat xwarê. Bila kuştina li ser sînoran bi dawî bibe û hemû kes bikaribin ku vegerin ser axa xwe. Aramî û jiyana li ser axa xwe cuda ye. Divê dawî li vî şerî bê êdî. Em dixwazin êdî em di nava aştî û azadiyê de bijîn."