Waliyê Êlihê destûr neda çalakiya xizmên windayan

  • 15:34 4 Tebax 2018
  • Rojane
ÊLIH - Waliyê Êlihê serlêdana çalakiya rûniştinê ya xizmên windayan û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ku heta niha di çarçoveya Rewşa Awarte destûr nedihat dayîn bê kirin, bi hinceta “Parastina maf û azadiyan û dabînkirina tenduristiya cemaweriyê” red kir. 
 
Çalakiya rûniştinê ya ku ji aliyê xizmên windayan û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ve çend sal bûn li Kolana Gulistanê dihat lidarxistin, ji 29’ê cotmeha 2016’an ve ji ber Rewşa Awarte nedihat lidarxistin. Piştî rabûna Rewşa Awarte bi armanca ku li heman cihê çalakiya xwe bidomînin rêveberên ÎHD’ê serî li Walîtiya Êlihê dan. Lê walîtiyê hinceteke sosret nîşan û destûr neda ku çalakî bê lidarxistin.
 
Walîtiyê destûr nedana çalakiyê bi van hincetên sosret re girêda:
 
"Çakiya ku tê plankirin her şemî saet di 12.00’an de bê lidarxistin, ji ber ku welatî bi awayekî komî lê bên gel hev dibe ku bibe hedefa rêxistinên terorîst, ji ber ku Kolana Gulistanê dawiya hefteyê ji aliyê welatiyan ve zêde tê bikaranîn dibe ku çalakî jiyana rojane asteng bike. Bi armanca ku pêşî li bûyerên neyînî bêgirtin, maf û axzadiyên hin kesên din bên parastin û dabînkirina tenduristiya cemaweriyê di çarçoveya xala 11/C a kanûna rêveberiya bajar a jimara 5442’an guncav nehatiye dîtin ku çalakî bê lidarxistin.”
  
Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Devran Yildiz bertek nîşanî biryara walîtiyê da û ev tişt anîn ziman: “Me bi armanca ku careke din piştî Rewşa Awarte ji bo lêgerîna adaletê derkevin qadan, serî walîtiyê da. Di encama serlêdana me de derketiye holê ku walîtî destûr nade çalakiya aştiyane ya Dayikên Şemiyê. Bi vê astengiyê careke din hînbûn ku Rewşa Awarte hatiye mayîndekirin. Ev biryar temamî li derveyî qanûnan hatiye dayîn. Ji ber ku mafê me yê civîn û azadiya çalakiyê asteng kiriye em ê serî li cihên pêwîst ên hiqûqî bidin. 
 
Xala 11/C a Kanûna Rêveberiya Bajar A jimara 5442’an wiha ye: 
 
Di nav sînorên bajar de dabînkirina aramî û ewlejiyê, destnedana kesî, Saxberkirina Ewlehiyê, tendûrîstiya cemaweriyê û rayeya bergiriya ewlehiyê di nav spartek û peywirên walî de ne. Ji bo dabînkirina van rewşan walî dikare biryar û bergiriyan bigire.