Li Bûrsayê jinek bi îşkenceyê hat qetilkirin
- 11:26 4 Tebax 2018
- Rojane
BÛRSA - Li Navçeya Osmangaziyê jina bi navê Melak Akta bi îşkenceyê hat qetilkirin.
Li Navçeya Osmangaziyê ya Bûrsayê zarokê bi navê Musab K. dema ku hat malê dît ku dayika wî bi îşkenceyê hatiye qetilkirin. Ekîbên tenduristiyê hatin cihê bûyerê û diyar kirin ku Melakê jiyana xwe ji dest daye.
Cenazeyê Melakê ji bo otopsiyê rakirin morga nexweşxaneyê.
Nehat hînbûn ku kê Melakê qetil kiriye. Ji bo kujer bê dîtin lêkolîn hat destpêkirin.