Leyla Güven: Tiştên ku em li hundir dijîn wekî senaryoya filîman e

  • 11:25 4 Tebax 2018
  • Rojane
Beritan Canözer
 
AMED - Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven tiştên ku di girtîgehê de dijî vegot. Leylayê da zanîn ku li koguşa ku ew dimînin wênesaz, rojnameger, xwendekar, siyasetmedar, dayik, kedkar hene û dema ku wiha be xebatek mezin jî derdikeve holê. 
 
Piştî hilbijartinên 24'ê Hezîranê Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven hat hilbijartin û tevî ku mafê wê derketinê heye hîn jî nehatiye tahliyekirin. Leyla Guven ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Amedê name şand û rewşa xwe ya di girtîgehê de ji ajansa me re rave kir. 
 
'Di HDP'ê de jin vîn û hêz e'
 
Di destpêka nameyê de Leylayê parlamento nirxand û got:"Di parlamentoya ku ji aliyê zihniyeta baviksalarî bi rê ve diçe de jin ne xwedî vîn e û li gotina ku ji devê mêran derdikeve tînin cih. Lê ev di partiya HDP'ê de ne bi vî awayî ye. Di HDP'ê de jin vîn û hêz e."
 
Leylayê da zanîn ku di HDP'ê de jin vîn û hêz e loma di nav partiyê de jin gelek biryaran distînin û got ku jinên di nava partiyê de ji bo namzetiya parlamenteriyê min peşniyar kiribûn û wiha domand:"Bi pêşniyariya jinan pêvajoya namzetiya parlamenteriya min dest pê kir. Xebata di hundur de zor bû. Lê dema ku di koguşekê de 30 jin heb in ev kar hêsantir dibe. Di koguşê de wênesaz, rojnameger, xwendekar, siyasetmedar, dayik, kedkar hene û dema ku wiha be xebatek mezin jî derdikeve holê."
 
'Ez li dijî agahiya tahliyekirinê şaş mabûm, min hêvî nedikir'
 
Leylayê da zanîn ku li girtîgehê rihekî komînal hebû û bi wî rihî wan xebatên hilbijartinê dimeşandin û wiha got:"Piştî ku HDP'ê bend derbas kir bi tililî, govend û bi hêsirên ku dihat xwarê me ev yek pîroz kir. Di 29'ê Hezîranê de parêzerê min hat û agahiya tahliyekirina min dan. Ez qet ne li hêviya tehliyeyê bûm. Ez şaş mabûm."
 
'Trafîka darizandinê nediqediya'
 
Leylayê got:"Piştî ku biryara tehliyekirinê hat dayin parêzerên min vê carê hatin û gotin dozger îtiraz kiriye û îtiraz qebûl bûye. Trafîka darizandinê nediqediya. Hemû kes li dijî vê trafîka mezin a darizandinê şaş mabûn."
 
Serokê dadgehê beşdarî rûniştinê nebûbû
 
Leylayê da zanîn ku ew û yên bi wê re di koguşê de hînî van tiştên ku dihatin jiyîn nebûne û got:"Ev tiştên ku dihat jiyîn wekî senaryoya filîman e. Hemû koguş li bende rûniştina 11'ê Tîrmehê bûn. Lê Serokê dadgehê beşdarî rûniştinê nebûbû. Rewşa darazê jî ev bû, mixabin."
 
'Hêviya min tunebû min tehliye nexwest'
 
Leylayê got:"Dema ku ez çûm dadgehê min got ez bi kelepçeyê beşdarî rûniştinê nabim û kelepçe bi destên min nexistin. Dema ku ez beşdarî rûniştinê bûm hêviya min tunebû loma min tehliye nexwest."
 
'Rewşa me wekî senaryoyên filîman e'
 
Leylayê bi lêv kir ku dema ku wan li cihê hewadarkirinê stran gotina cezayê dîsîplînê li wan hatine birîn û got:"Min û sê hevalên xwe me li dijî rewşa cezayên dîsîplînî îtiraz kir. Mehekê cezayê qedexeya hevdîtinê dan me. Ji ber ku çavên min ne rehet e divê ez di operasyonek biçûk de derbas bibim. Ji bo nexweşxaneyê sewqa min derket. Dema ku ji bo nexweşxaneyê serê sibehê ez çûm ber deriyê nîzamiyeyê gotin "Leyla Xanim divê em destên te kelepçe bikin" . Ji vê şêwaza wan diyar bû ku talîmat girtine. Min got ez kelepçeyê naxwazim. Wan got tu dizanî divê tu daxwaznameyekê binivîsîne. Min hem ji Wezareta Edaletê hem jî ji girtîgehê derbarê mijarê de daxwazname nivîsand. Hîn ez li hêviya encama daxwaznameyê me. Tenduristiya min baş e. Lê ev muameleya ji bo keseke hatiye hilbijartin tê kirin nayê qebûlkirin. Ev ne tiştekî rast e. Ev rewş wekî filîma ye. Hela em ê li hêvî bin bê ka ew ê di sahneye din de çi derkeve pêşberî me."