'Heta kujer bê darizandin dê têkoşîna me bidome'

  • 10:29 4 Tebax 2018
  • Rojane
ENQERE - Di doza Komkujiya Gara Enqereyê ya 10'ê Cotmehê de ku 103 kes miribûn û bi sedan kes birîndar bûbûn de biryar hat dayîn. Li 9 kesan herkê 101 caran cezayê muebeda giran hat birin. 
 
Di doza Komkujiya Gara Enqereyê ya 10'ê Cotmehê de ku 103 kes miribûn û bi sedan kes birîndar bûbûn de biryar hat dayîn. Heyeta dadgehê bi tawanbariya "binpêkirina qanûna bingehîn" li bersûc Abdulmutalîp demîr, Talha Guneş, Metîn Akaltin, Yakup Guneş, Hakan Şahîn, Halîl Îbrahîm Alçay, Resûl Demîr, Haci Alî Dûrmaz û Huseyîn Tûnç herkê muebedeke giran û bi tawanbariya "Kuştina bi qesdî" herkê 100 caran cezayê muebeda giran birî. 
 
'Em vê bêedaletiyê ji kê re rave bikin'
 
Dapîra Korkmaz Tedik a ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da, Husne Tedik got:"Ez ê niha çi bikim. Ez ê çawa vê yekê ji neviyê xwe re bibêjim. Ez nikarim bibêjim kujer nehatin darizandin. Çi sûcê van mirovan bê guneh hebû. Neviyê min ji bo kes nemire hatibû vir. Neviyê min ji bo kes nemire têdikoşiya ew û zarokên bê guneh bi bombeyê qetil kirin. Niha em ê çawa vê êşê ji bîr bikin, em ê biçin ba kê. Em vê bêedaletiyê ji kê re rave bikin. Heta ku kujer bên darizandin em ê têbikoşin."
 
'Kesên ku sûcê mirovahiyê kir cezayê wan nehat dayin'
 
Dayika Uygar Coşgun a ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da, Emel Coşgun got:"Em naxwazin kesek bimirin. Wan li pêş çavên me zarokên me kuştin û kesên ku sûcên mirovahiyê kir cezayê wan nehat dayin. Li gor ev cezayekî kêm bû. Lawê min mafê mirovan diparast. Qey sûcê wî ew bû ku çû mîtingê?"
 
'Em ê hesabê zarokê xwe bipirsin'
 
Em ê anî ziman ku ew ê têkoşîna wan bi dawî nebe û heta kujer cezayê ku heq kirine bistînên dê têkoşîna wan bidome.