Keda 50 salî di rojekê de vala hat derxistin: Dewletê gel xapand

  • 09:17 4 Tebax 2018
  • Rojane
Dilan Babat- Habibe Eren
 
ENQERE - Li Taxa Fahrî Koruturk a Mamak a Enqereyê welatiyên ku keda wan a 50 salî bi kepçeyan hat wêrankirin û vala hat derxistin, li hember dewlet û AKP’ê bi hêrs in. Welatiyan diyar kirin ku tevî tapo û qeydên wan hene bi gaza îsotê êrîşê wan kirine û gotin dewletê ew xapandine.
 
Şêniyên taxê ku hewl dan û nehiştin ekîb bikevin taxê, rastî êrîşa TOMA û gaza îsotê ya polîsan hatin. Ekîba rojekê xwe şûnde kişand roja din dîsa hat û 28 şevneşîn hilweşand. Malbatên 50 sal berê koçî Enqereyê kiribûn bîranîn û keda wan di nav kavilan de man. Taxa ku piranî Kurd û Elewî lê dijîn, mexduriyetên xwe vegotin.
 
‘Tapo û qeyd di destên me de hene’
 
Cennet Hokelek a 50 sal e li taxê dijî, diyar kir ku tevî hemû itirazan ekîbên şaredariyê xaniyên wan hilweşandine û got: “Guleyên plastîk û gaza îsotê avêtin me. Me berxwe da lê em bi ser neketin. Hemû keda me ji destên me girtin. Me yê rojek din tapoyên xwe bigirta. Me pereyê xwe razand lê wan hat hilweşand. Em nizanin ji vir şûnde wê çi bikin.”
 
‘Dewletê gel xapand’
 
Songul Yilmaz jî daxuyakirin ku dewleta ku gel xapand, 28 malbat mexdur kiriye û got: “Ketin malên me. Alavên me avêtin derve. Ma em ne guneh in. Her kes belav bû. Keda 50 salî tune bû. Lê em ê mafên xwe biparêzin. Em dest jê bernadin.”
 
Jina bi navê Guldeste jî ev tişt anî ziman: “Me 5 hezar TL razand û piştre hatin wisa hilweşandin. Alavên me avêtin derve. Berpirsê vê AKP ye. Em hatin mexdurkirin. Em ê dest ji mafên xwe bernedin.
 
Jinek din jî bertekên xwe anî ziman û got wê niha çi bikin û got keda wan a bi salan hatiye tunekirin.