Keleha Cizîrê terkî qedera wê hat kirin
- 09:15 4 Tebax 2018
- Rojane
ŞIRNEX - Keleha Cizîrê ya xwedî paşerojek 6 hezar salî ye tê payîn di çarçoveya projeya ‘Şehrî Nur Vedişe’ bê restorekirin, lê terkî qedera wê hat kirin.
Di çarçoveya projeya ‘Şehrî Nur Vedije’ ya Şaredariya Cizîr, Walîtiya Şirnex û Qeymeqamtiyê di 2012’an de kir meriyetê de Kişlaya Hamidiye û şaredariya berê hat restorekirin û di asta duyem de dihat payîn ku Keleha Cizîrê bê restorekirin. Keleha ku tê payîn 200 mîlyon lê biçe, hîna starta xebata wê nehatiye dayîn û xwediyên xaniyan jî nikarin xaniyên xwe tamîr bikin.
Bûye sergo
Keleha li perava Çemê Dîcleyê ye tije çop bûye. Hundirê ji bo sewalan wek axur tê bikaranîn û kevir û nivîsên li ser dîwaran jî bi xetereya tunebûnê re rû bi rû maye.