Li Girtîgeha Bakirkoyê tubekuloz belav dibe

  • 09:07 4 Tebax 2018
  • Rojane
STENBOL - Edîtora rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ya bi KHK’ê hat girtin Hîcran Urun diyar kir ku di encama test a li koguşa wan hatiye kirin de bi 5 girtî re vîrusa tuberkulozê hatiye tespîtkirin.
 
Edîtora rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ya bi KHK’ê hat girtin Hîcran Urun di nameya ku ji Girtîgeha Bakirkoy a Jinan a Stenbolê şandiye de şerd û mercên girtîgehê vegot.
 
Hîcranê bal kişand ser nexweşiya tuberkuluzê (janazirav) a Sureyya Bulut û got di testa li koguşê hatiye kirin de vîrus bi 5 jinên din re hatiye dîtin û got ji bo encamên testê bê hînkirin daxwazname dane lê bersiva wê negirtine.
 
‘Girtîgeh pêvajoya testê bi zanebûn dirêj dike’
 
Hîcranê di berdewamiya nameya xwe de ev tişt anî ziman: “Du meh berê hevala me ya koguşê Sureyya Bulut 6 rojan xwîn vereşî û di encama israrên me de birin nexweşxaneyê û em hîn bûn ku bi nexweşiya tuberkulozê ketiye. Ev nexweşî bi riya bîhndanê derbasî kesên din jî dibe. Du meh berê hejmara me di ser 30’yî de bû. Li şûna divê test zû bihata kirin ev pêvajo nû bi encam bû. Li gorî vê dibe ku bi 5 hevalên me yên din re jî vîrus hebe. Lê ji bo encamên teqez divê testa nû bê kirin. Lê nayê zanîn wê kengî bê kirin. Girtîgeh pêvajoya testê bi zanebûn dirêj dike. Me daxwazname da û hîna bersiv nehatiye dayîn.”
 
‘Bila dawî li pêkanînên kêfî bê anîn’
 
Hîcaranê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Saziya Tipa Edlî pirsgirêkên nexweşan çareser nake. Di koguşa me de 5 nexweşên din jî hene. Divê demildest dawî li van pêkanînan bê.”