'Dê Efrîn ji dagirkeran re nemîne'

  • 09:04 4 Tebax 2018
  • Rojane
Dîlber Mihemed
 
SERÊKANIYÊ - Jinên Serêkaniyê derbarê êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser Efrînê diyar kirin ku gelê Kurd dê li dijî dagirkeriyê serî netewînin û got:" Dewleta tirk Efrîn dagir kir. Dê Efrîn ji dagirkeran re nemîne."
 
Di encama êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wî de gelê Efrînê ji bo ewlehiyê koçî Kantona Şehbayê kirin. Li dijî êrîşan gelê Kurd bi berxwedana serdemê têkoşiyan. Têkildarî mijarê û rewşa herî dawî de jinên Serêkaniyê anîn ziman ku gelê Kurd ji bo Efrînê paş ve bistînin di nav hewldanên mezin de ne û got:"Erdogan hat êrîşî Efrînê kir lê bila baş bizanibe ku ew û alîkarên wî ew ê tu carî nikaribe yekîtiya gelê Kurd xera bike û em hêviya xwe ya azadiya Efrînê ya ji dagirkeran, winda nakin." 
 
Endama Rêveberiya Kongreya Starê Sebah Cima anî ziman ku niha li Efrînê binpêkirina mafên mirovan didome û got:"Dewleta tirk û çeteyên girêdayî wî Efrîn dagir kirin û niha li wir zilm û zordestiyê li gel dikin. Bi taybet jî zilmê li jinan dikin. Li gor raporên herî dawî ku hatine amadekirin li Efrînê girtinên kêfî tê kirin, çete dest datînin ser malên gel, sîvîl tên revandin û destdirêjiyê li jinan dikin. Dewleta tirk derbarê van binpêkirina mafên mirovan de bêdeng dimînin. Divê demildest ev pêkanînên dijmirovî bi dawî bibe û saziyên mafên mirovan ên navneteweyî li dijî vê yekê bêdeng nemînin."
 
'Em ê heta dawî xwedî li têkoşîna gelê Kurd derkevin'
 
Hedla Ehmed da zanîn ku bi êrîş û qirkirinê kes nikare hêza Gelê Kurd bişkîne û got:"Piştî ku dewleta tirk û çeteyên wê Efrîn dagir kir li Efrînê aramî nema. Di esasê xwe de yekîtî û destkeftiyên gelê Kurd di van êrîşana de hedef hat girtin. Ew çi dikin bila bikin lê nikare hêz û yekîtiya gelê Kurd têk bibin. Em ê heta dawî xwedî li têkoşîna gelê Kurd derkevin. Dê Efrîn ji dagirkeran re nemîne."