ROJEVA 4'Ê TEBAXA 2018'AN

  • 09:00 4 Tebax 2018
  • Rojev
*8 jinên ku piştî qayim tayînî Şaredariya Nisêbînê hat kirin û ji kar hatin avêtin wek alternatif ji xwe re qafe vekirin. Jinên ku di qafeyê de dixebitin anîn ziman ku tu astengî nikare wan bide sekinandin. Jinan gotin ku bi hev re jiyaneke kolektif ava dikin. DÎMEN HEYE
 
*Jinên Serêkaniyê derbarê êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser Efrînê diyar kirin ku gelê Kurd dê li dijî dagirkeriyê serî netewînin û got:" Dewleta tirk Efrîn dagir kir. Dê Efrîn ji dagirkeran re nemîne."
 
*Kevirên xwezayî bi taybetmendî û xwezayiya xwe şifayê belav dikin. Ev kevirana ji bo tendûristî û pirsgirêkên derûnî yek bi yek derman e. 
 
*Edîtora rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ya bi KHK’ê hat girtin Hîcran Urun diyar kir ku di encama test a li koguşa wan hatiye kirin de bi 5 girtî re vîrusa tuberkulozê hatiye tespîtkirin.
 
*Ji Platforma Jinan a Ahtamara Ayşe Mînaz diyar kir ku tevî zîhniyeta serdest a mêr a di qada xebatê de jin têkoşîna hebûnê didin û wiha got: “Em jin dema dikevin mutbexê tenê xwarinê çê nakin. Em li hemû qadên civakê ne. Em di mutbexa aborî, bazirganî û îthalatê de ne.”DÎMEN HEYE
 
*Afîfe Mîntaş ji biçûkatiya xwe de bi kevirên kom dike avîze, cihê findan û lavên xemlê çê dike. Afîfe diyar dike ku tu tiştên dijberê xwezayê bi kar nayne û wiha got: “Kevir ne tenê kevir in. Wek mirovan xwedî reng û suretan e.”DÎMEN HEYE
 
*Keleha Cizîrê ya  xwedî paşerojek 6 hezar salî ye tê payîn di çarçoveya projeya ‘Şehrî Nur Vedişe’ bê restorekirin, lê terkî qedera wê hat kirin.DÎMEN HEYE
 
*Li Taxa Fahrî Koruturk a Mamak a Enqereyê welatiyên ku keda wan a 50 salî bi kepçeyan hat wêrankirin û vala hat derxistin, li hember dewlet û AKP’ê bi hêrs in. Welatiyan diyar kirin ku tevî tapo û qeydên wan hene bi gaza îsotê êrîşê wan kirine û gotin dewletê ew xapandine.DÎMEN HEYE
 
*Ez zewicandî û 5 zarokên min hene. Me li dijî tiştên li Sûr a Amedê dihat jiyîn wek partî ‘konê aştiyê’ veda. Sedema vekirina kon jî wek ji navê wê tê fêmkirin, ji bo zirar negihêje kesî û pêşî li mirinan bê girtin bû. Ewil dayikên Aştiyê Nobet girtin. Piştre  dor hat koma Baglarê û ez jî tê de bûm. Em ji bo nobetê çûn ‘Konê Aştiyê’ û nîv saet şûnde qedexeya derketina derve hat îlankirin. Hemû ketin û derketinên Sûrê hatin girtin û em li wir asê man. Beriya her tiştî ez wek siyasetmedarekê û dayikekê  ji bo berpirsyariya xwe bînim cih di ‘Konê Aştiyê’ de mam. Her tim teqîn çê dibûn. Em her yek neçar man li cihekî xwe bicih bikin. Bi qedexeyê re em nikaribûn ji wir derketan. Em ji derketinê tirsiyan. Ligel min zarok û malbat hebûn. Kesên derdiketin jî wek ‘terorîst’ îlan dikirin. Ji ber van sedeman ez 93 rojan asê mam. Di wê pêvajoya li wir mam jî ewlehiya zarokan ji bo min beriya her tiştî dihat.