Rêxistina Mafên Mirovan Komkujiya Şengalê şermezar kir
- 17:23 3 Tebax 2018
- Rojane
QAMIŞLO - Rêxistina Mafên Mirovan a Kantona Cizîrê 4`emîn salvegera Komkujiya Şengalê bi daxuyaniyekê bi bîr anî û bang li rêxistinên navdewletî kir ku tundiya li dijî mirovahiyê bi dawî bikin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Kantona Cizîrê 4`emîn salvegera Komkujiya Şengalê ku di 3`ê Tebaxa 2014`an de ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve pêk hat û wek Fermana 73’yan tê nasîn, bi daxuyaniyekê bi bîr anî.
Daxuyanî ji aliyê hevseroka Rêxistina Mafên Mirovan a Kantona Cizîrê Evîn Cûma ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku Komkujiya Şengalê komkujiyeke li ser mirovahiyê ye û hate tekezkirin ku armanca Komkujiya Şengalê ew bû ku Êzidiyan qir bikin û qirkirinên komî li ser êzidiyan pêk anîn, kuştin, serjêkirin, revandin, guhertina demografîk li Şengalê pêk anîn û gelek kiryarên hovane pêk anîn.
Her wiha bang li hemû rêxistinên navdewletî hate kirin ku tundiya li dijî mirovahiyê bi dawî bikin.
Di dawiya daxuyaniyê de êrîşa çeteyên DAIŞ`ê li ser parêzgeha Siwêda ya Sûriyeyê ku di encama wê de 215 kesan jiyana xwe ji dest da, hate şermezarkirin.