Ji bo salvegera Komkujiya Şengalê panel hat lidarxistin
- 15:49 3 Tebax 2018
- Rojane
AMED - Bi boneya 4'emîn salvegera Komkujiya Şengalê panel hat lidarxistin. Di panelê de komkujiyên li ser Êzidiyan hatiye kirin derket pêş û dîroka Êzidiyan hat ravekirin.
Bi boneya 4'emîn salvegera Komkujiya Şengalê panel hat lidarxistin. Di panelê de komkujiyên li ser Êzidiyan hatiye kirin derket pêş û dîroka Êzidiyan hat ravekirin. Panel bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li 1'emîn Şaxa Egitim Sen a Amedê hat lidarxistin. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Semra Guzel, Saliha Aydeniz, Platforma Jinê ya Dicle Amedê (DAKP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Endamên meclîsa jinê ya KCD'ê û gelek kes beşdarî panelê bûn.
Fermana 73'emîn a li ser Êzdiyan hat ravekirin
Aktivista TJA'yê Ayşe Gokan di panelê de axivî. Sinevizyona ku dîroka Êzidiyan rave dikir hat temaşekirin. Ayşeyê anî ziman ku Êzidî di civakê de rast nehatine ravekirin û got:"Dema fermanê de gelek jin reviyan Çiyayê Şengalê. Gelek kes ji tî û birçînan jiyana xwe ji dest dan. Ji bo komkujiyên bi vî rengî careke din neyê jiyîn divê em têkoşîna xwe bidomînin."
Panel piştî pêşkêşkirina Ayşeyê bi çepik û tililiyan bi dawî bû.