Kongreya KPCD-Jin bi nîqaşan dewam dike
- 13:36 3 Tebax 2018
- Rojane
QAMIŞLO - Bi dirûşma "Bi jineolojiya azad û bedew ber bi heqîqeta hevjiyana azad ve" KPCD-Jin yekemîn kongreya xwe li Qamişloyê dest pê kiribû. Kongre bi nîqaşan didome.
Bi armanca nirxandina xebatên du salan û girtina pêşniyar û biryaran, her wiha ji bo pêşxistina xebata jinan di warê perwerde û fêrkirinê de û derbaskirina kêmasiyên berê, Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk-Jin (KPCD-Jin) yekemîn kongreya xwe li Taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo yê girêdayî herêma Cizîrê dest pê kir. 300 delege û gelek sazî û dezgeyên jinan tevlî kongreyê bûn. Kongereya ku dest pê kir niha bi nîqaşan didome.
Piştî ku axavtina vekirinê ji aliyê Rêveberiya Komîteye Perwerdeya Civaka Demokratîk Nûjîn Ferhad hat kirin piştre mafê axaftinê ji aliyê Rêverbertiya Kongreya Star a Herêma Cizîrê Henîfe Mihemed ve hat kirin. Axaftvanan bal kişandin ser komkujiya Şengalê û gotin: "Em vê rojê bi xemgînî pêşwazî dikin. Em ê heta dawî piştgiriyê bidin Jinên Êzidî da ku fermanên din neyên dubarekirin."
Mamosteya Êzidî ya ji Şengalê Sebîha Sebrî jî axivî û got:"Em ê fermanên li ser Êzidiyan hat kirin ji bîr nekin û heta dawiyê têkoşîna xwe bidomîn. Em ê ji bo ku jin pêş bikevin û serkeftî bin xebatên xwe bidomînin."
Kongre bi xwendina rapora du salan û nîqaşan berdewam dike.