Faîlê îstismara zayendî ji aliyê welatiyan ve hat girtin
- 10:01 31 Tîrmeh 2018
- Rojane
OSMANIYE - Li Navçeya Kadirliyê mêrê bi navê H.U hewl da ku zarokekê bi îstismara zayendî rû bi rû bihêle. Faîlê îstismara zayendî ji aliyê welatiyan ve hat girtin.
Li Navçeya Kadirliyê ya Osmaniyeyê, mêrê bi navê H.U hewl da ku zarokekê bi îstismara zayendî rû bi rû bihêle. Welatiyên li kuçeyê deng bihîstin û H.U girtin û radestî polîsan kirin.
H.U yê ku hat binçavkirin piştî karê emniyetê ji aliyê dadgehê ve hat girtin û şandin girtîgehê.