Ji bo Sîsê Bingol li ser medyaya civakî kampanya hat destpêkirin
- 09:47 31 Tîrmeh 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Sîsê Bingol a 78 salî ev saleke ku di girtîgehê de ye û tenduristiya wê her ku diçe ne baş dibe. Ji bo Sîsê Bingol li ser medyaya civakî kampanyaya #SiseBingöleÖzgürlük hashtagiyle hat destpêkirin.
Sîsê Bingol a 78 salî ev saleke ku di girtîgehê de ye û tenduristiya wê her ku diçe ne baş dibe. Ji bo Sîsê Bingol li ser medyaya civakî kampanyaya #SiseBingöleÖzgürlük hashtagiyle hat destpêkirin.
Parêzerên Sîsê Bingol a ku ji sala 2017'an heta niha di girtîgehê de ye gotin her ku diçe rewşa tenduristiyê ya muwekîla wan ne baş dibe û ew daxwaza tehliyekirina bi şerd a Sîsê dikin. Lê dadgehê ji ber sûcê 'Ji rêxistinê re alîkarî kiriye' li Sîsê 4 sal du meh ceza birî û daxwaza teheliyeya bi şerd red kir.
Derbarê bûyerê de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî li ser hesabê xwe yê medyayê daxuyanî da. HDP'ê di daxuyaniya xwe de wiha got:"Dayika 80 salî Sîsê Bingol ji ber ku aştiyê dixwaze îro di bin şerdên dijwar de tê cezakirin."