Heta hemû jinên dîlgirtî bên xilaskirin…

  • 09:15 31 Tîrmeh 2018
  • Rojane
AMED - Ji Platforma Têkoşîna Ji bo Jinên bi Zorê Hatine Desteserkirin, parêzer Cemîle Turhalli ji bo çalakî û bernameyên di navbera 1-3’ê Tebaxê de wê pêk were bang kir û got: “Em bang li hemû kesî dikin ku heta yek jinek dîlgirtî nemîne, bila têbikoşin.”
 
Di ser êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hemberî Şengelê ku di 3’ê Tebaxê de pêk hat 4 sal derbas bû. Di komkujiyê de bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran jin û zarokên keç hatin desteserkirin. Piraniya jinên hatin dîlgirtin, li welatên cuda li bazaran wek kole hatin firotin.
 
Jinan di 5’ê cotmeha 2015’an de ji bo jinên hatibûn desteserkirin Platforma Têkoşîna Ji bo Jinên bi Zorê Hatine Desteserkirin ava kirin. Ji roja platform hatiye avakirin heta niha gelek jin ji destên DAIŞ’ê hatin xilaskirin û teslîmî malbatên wan hatin kirin. 
 
Platfromê li aliyekî xebat meşand aliyê din jî  ji bo 3’ê  Tebaxê bibe Roja Qirkirina jinê xebat li qada navneteweyî meşand. Parêzer Cemîle Turhalli derbarê xebatan de agahî da û diyar kir ku platform bi hatina cem hev a gelek aktîvîstên jin ava bûye.
 
‘Armanca me azadiya jinê ye’
 
Cemîleyê bi lêv kir ku piştî êrîşa DAIŞ’ê ya li hemberî Şengalê bandora qirkirin û trajediyê hîna didome û got: “Armanca xebatên me ev e ku bi hezaran jin azad bibin. Armanca me ev e ku 3’ê Tebaxê di asta NY’ê de wek Roja Qirkirina Jinê a Navnetweyî bê îlankirin. Di navbera salên 2014-2015’an de koçberî pir çêbû. Me bi mexduran re hevdîtin kir. Piraniya malbat û jinên Êzidî li welatên Avustralya, Kanada, Yewnanîstan, Elmanya û welatên din belav bûn. Li Tirkiyeyê jî ji ber nahêlin kes têkevin kampan, hevdîtin hatine qutkirin. Em nizanin li kampan çi dibe.”
 
Cemîleyê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku heta jinek jî dîlgirtî bimîne wê têkoşîna xwe bidomînin û her wiha  ev tişt anî ziman: “Di navbera 1-3’ê Tebaxê de bernameyên me hene. Di 1’ê Tebaxê de panel, semîner û pêşangeh heye. Di 2’ê tebaxê de saet di 20.00’an de bi hastaga  “#3ağustos” wê rojev bê avakirin. Di 3’ê Tebaxê de jî ji bo kesên hatin qetilkirin saet di 11.00’an de wê deqeyek çalakiya bêdengiyê pêk bê.