‘Tirkiye tenê li ser kaxizê Peymana Stenbolê pêk tîne’

  • 09:09 31 Tîrmeh 2018
  • Rojane
Safiye Alagaş
 
STENBOL - Parêzer Esîn Yeşîlirmak diyar kir ku Tirkiye ya ku îmze avêtiye Peymana Stenbolê, pêk nayne û di 4 salan de tu pêşketin tune ye. Esînê bi lêv kir ku Tirkiye tenê li ser kaxizê peymanê pêk tîne.
 
Peymana Konseya Ewropayê yanî bi kurtasî Peymana  Stenbolê ya der barê Pêşîgirtina Şîdeta li Hember Jinê di 1’ê Tebaxa 2014’an de ket meriyetê. Tirkiyeyê jî îmze avêt. 
 
Yek ji taybetiyên herî girîng a peymanê ev e ku mekanîzmayek kontrolê anî. Ji ber mekanîzmaya kontrolê ji bo şopandina kar baş bû. Komîteya kontrolê ku ji nûnerên welatên alî pêk dihat ‘GREVÎO’, pêk hatine bi bandor a peymanê wê bişopîne, raporan amade bike û wê dewlet ziyaret bikira.  Lê ev yekîneya li Tirkiyeyê tevî îtîrazên rêxistinên jin û LGBTÎ, ji aliyê Wezareta Polîtîkayên Malbatî û Civakî ve ji komeleyên nêzî hikûmetê hat hilbijartin.
 
Tevî astengiyan namzeta jinan bi ser ket
 
Wezareta Polîtîkayên Malbatî û Civakî ji bo diyarkirina namzeta GREVIO ya Tirkiyeyê, ji bo pêşî li tevlîbûna Platforma Şopandina Tirkiyeyê ya Peymana Stenbolê, bigire asetengî derxist lê di encama têoşîna jinan de Ferîde Acar a platformê piştgirî didayê endama GREVIO ya Tikriyeyê hat hilbijartin û bû seroka GREVIO.
 
Parêzer Esîn Yeşîlirmak derbarê pêkanîna  hukmên Peymana Stenbolê de ji ajansa me re axivî.
 
Esînê da zanîn ku divê peymana Stenbolê wek qanûnekê pêk bê û got armanca peymanê ev e ku pêşî li şîdeta li ser jinê bigire û wekheviya jin û mêr pêk bîne. Esînê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo pirsgirêk derkevin holê divê daneyên îstatîstîkê bê girtin. Em dizanin ku ji aliyê komara Tirkiyeyê ve dane nayên girtin. Ji ber di encama hemû serlêdanan de me xwe negihînad tu daneyî. Di esasê de rêbazek hêsan e. Ji ber kesên mexdurên şer serî li hêzên ewlehiyê didin. Divê wezareta dadê û malbatê dane bigirta. Lê Tirkiye di vê nokteyê de tiştek nekiriye.”
 
‘Ger delîl tunebe gumanbar tê berdan’
 
Esînê her wiha destnîşan kir ku piştî Peymana Stenbolê şûnde ji bo pêşî li şîdetê bê girtin qanûna hejmara 6284 hat derxistin û ev wek hêvî bû. Esînê ev tişt anî ziman: “Lê ji ber qanûn di asta tedbîrê de ye, qanûna cezakirinê nahewîne. Rêgezên Qanûna Cezaya Tirk hîna derbasdar e. Delîl tunebe, gumanbar dikare berat bike. Yanî Tirkiye tenê li ser kaxizê Peymana Stenbolê pêk tîne. Di 2011’an de  dema ev qanûn derket ji bo polîsan hinek semîner hat dayîn. Lê ev têr nekir. Lê ji dadger heta polîs gelek kes vê nizanin. Di 4 salan de di Peyamana Stenbolê de tu pêşketin çênebû.
 
Hukmên Peymana Stenbolê çi ne?
 
*Armanca Peymana Stenbolê ev e ku pêşî li her cureyê şîdet, tacîz, şîdeta fîzîkî, êrîşa zayendî, bi zor zewicandin, suneta jinê, ferzkirina kurtajê bigire.
 
*Hukmên peyamanê evqas girîng e ku; di rewşên pevçûna çekdarî de jî derbasbûnê diparêze û divê dewletên alî vê bike bin garantiyê.
 
*Hukmên peyman tîne, ewil derbarê peywirdarên dewletê de ye. Peywirdarên dewletê ku li ser navê dewletê tev digerin  divê ferzkirinên Peyaman Stenbolê bînin cih.
 
*Her wiha dewlet berpirs e ku kesê şîdet pêk aniye ceza bike, lêpirsînê lê veke, zirara hatiye kirin tezmîn bike.