Beriya daneşîna doza Komkujiya Enqereyê daxuyanî: Hêrsa me zêde ye

  • 14:31 30 Tîrmeh 2018
  • Rojane
VAN - Di daxuyaniya ku ji  aliyê KESK, DÎSK, TMMOB Û TTB'ê ve derbarê Doza Komkujiya Gara Enqereyê de hat dayîn wiha hat gotin: "Birîna ku vê komkujiyê di dilê mirovan de vekirin hîna derbas nebûye.  Belê êşa me mezin û hesreta me kur e.  Lê hêrsa me jî mezin e."
 
Daneşîna Doza Komkujiya Gara Enqereyê ku di 10'ê Cotmeha 2015'an de hat kirin sibe li Kampusa Gitîgeha Sîncanê tê dîtin. Beriya daneşînê Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB)  û Yekitiya Odeyên Endezyarên Madenê (TMMOB)  ji bo danişîna biryarê ya doza Komkujiya 10’ê Cotmehê ya Enqereyê ku dê sibê dest pê bike û 3 roj dewam bike civîna çapemeniyê li dar xist. Daxuyaniya ku hat dayîn ji aliyê Berdevkê Demê yê Platforma Şaxên KESK'ê  Sezer Orenç ve hat xwendin.
 
'Êşa me giran e'
 
Sezer bi bîranîna kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan dest bi axafitna xwe kir û wiha got: "Di komkujiya ku di 10'ê Cotmeha 2015'an de hat kirin de 103 hevalên me jiyana xwe ji dest dan . Nêzî 500 hevalên me jî jiyana xwe ji dest dan. Birîna ku di dilê bi milyonan de hat vekrin hîna derbas nebûye. Belê êşa me giran, hesreta me kur e. Lê hêrsa me jî mezin e." 
 
'Wê ev doz berdewam bike'
 
Sezer talopkirina daneşîna biryarê bi bîr xist û wiha got: "Anîna dozê ya daneşîna biryarê ya Sîncanê jî bi wate ye. Kesên ku dixwazin ser vê dozê bigirin, bila bizanibin ku em ê li pey vê dozê bin û wê têkoşîna me ya edaletê qet neqede.