Rêxistinên kedê ji bo tevlibûna doza Enqereyê bang kirin
- 13:23 30 Tîrmeh 2018
- Rojane
ENQERE- Danişîna biryarê ya doza Komkujiya 10’ê Cotmehê ya Enqereyê sibê destpê dike. Beriya danişînê Komeleya Aştî û Piştevaniyê ya 10’ê Cotmehê û sendîka û rêxistinên kedê banga beşdariya danişînê kirin.
Komeleya Aştî û Piştevaniyê ya 10’ê Cotmehê (10 Ekîm-Der), Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Yekîtiya Odeyên Avahîsaz û Endezyarên Tirk (TMMOB) û Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB), ji bo danişîna biryarê ya doza Komkujiya 10’ê Cotmehê ya Enqereyê ku dê sibê dest pê bike û 3 roj dewam bike civîna çapemeniyê li dar xist.
Civîn li Odeya Avahîsazan pêk hat û gelek nûnerên partiyên siyasî û saziyên kedê tevli bûn. Seroka 10 Ekîm-Der’ê Mehtap Sakîncî Coşgun li ser navê saziyan daxuyanî da û bi bîr xist ku komujiya rê li ber mirina 103 kesan û birîndarkirina nêzî 500 kesî vekiriye birînên wan derbas nebûne û got: “Belê êşa me bê pênase ye. Hesreta me kûr e. Li aliyê din jî hêrsa me mezin e. Piştî teqînê serokwezîr gotibû ‘Piştî êrîşkirinê dengên me zêde dibin.’ Di vê gotinê de jî li xwe mikûr hatin. Bi vê êrîşê berjwendiyên siyasî bi dest xistin.”
Mehtabê anî ziman ku dê têkoşîna wan a edaletê qet xelas nebe û banga beşdariya danişînê li her aliyên civakê kir.
Pişt re nûnerên TTB, KESK, DÎSK û TMMOB’ê axivîn û banga beşdariya danişînê kirin.