Li Nisêbînê du tax hefteyeke bê av in!
- 13:11 30 Tîrmeh 2018
- Rojane
MÊRDÎN - Li Nisêbînê ev hefteyeke av ji ser du taxan hatiye qutkirin.
Li Nisêbîna Mêrdînê bi hinceta ku boriya şebekeya avê teqiyayê bi rojan e av ji ser taxên Dîlce û Yenîşehirê hatiye qutkirin. Niştecihên taxê yên ku hefteyeke li benda tamîrkirina boriyê ne ji bo xwe avê yan ji tankerên ku tên taxê û an jî bi pereyê ku ji berîka xwe didin temîn dikin. Li taxa ku di rojên borî de jî bi heman hincetê av ji ser hatibû qutkirin niştecihên taxê diyar kirin ku ew her demsal heman pirsgirêkên dijîn. Niştecihên ku bertek nîşanî raydaran dan diyar kirin ku ji ber binesaziya taxê nayê tamîrkirin bi pirsgirêkên bi vî rengî re rûbirû dimînin. Niştecihên taxê xwestin ku pirgirêka wan ya avê demildest bê çareserkirin.