Arîn a 4 salî: Me ji vir derxin
- 09:10 30 Tîrmeh 2018
- Rojane
MÊRDÎN - Vesîle Yuksel a li ser pirsa ‘PKK rêxistina terorê ye?’ bersiva ‘na’ da hat girtin û bi keçên xwe Arîn û Avestayê re hat girtin. Arîna 4 salî ya bi bavê xwe re di telefonê de axivî gotiye ‘me ji vir derxin, em dixwazin derkevin derve.’
Sala borî di meha Sibatê de li Mêrdînê jina bi navê Vesîle Yuksel ji ber parvekirinên çapemeniya civakî bi hinceta propagandaya rêxistinê kiriye hat binçavkirin û li dadgehê rastî pirsa ‘PKK rêxistina terorê ye?’ hat û bersiva ‘na’ da. Yuksel li ser vê gotinê hat girtin û bi keçên xwe Arîn Mîrkan (4) û Avesta (6) şandin girtîgehê. Ewil şandin Girtîngeha Tîpa E ya Mêrdînê û piştre jî şandin Girtîgeha Tîpa M ya Bayburtê. Cezayê Vesîleyê heta meha çile ya 2018’an bi dawî dibe. Arîn ya bi dayika xwe re ket girtîgehê û 8 mehan li wir ma di girtîgehê de ket du saliya xwe û niha 4 salî ye. Hat hînbûn ku Arîn ji ber şerd û mercan nexweş e û Avesta jî ji ber girtîgehê de ye nikare dest bi dibistanê bike.
Arîn: Me ji vir derxin
Bavê zarokan Sultan Yuksel diyar kir ku ji ber her cureyê zextên li girtîgehê zarokên wê kîlo dane û got: “Di her telefonê de digirîn. Dibêjin ‘bes e me ji vir derxin’. Bi taybet Arîn dibêje min ji vir derxin. Ez jî pir xemgîn dibim. Derkevin jî hefteyekê dikarin li cem min bimînin. Dema dengê giriyê wan tên min ez pir bêzar dibim. Avesta divê îsal dest bi dibistanê bike. Lê di girtîgehê de ye.”
Ji girtiyan banga hestiyariyê
Her wiha girtiyên li girtîgehê jî li dijî zextên li ser wan banga hestiyariyê li rayagiştî kirin.
Daxwaza berdana bi kontrol hat redkirin
Parêzera ji bo Vesîleyê ji bo berdana bi kontrol serlêdan kirin. Li gorî biryarnameyê jinên zarokên wan di navbera 0-6’an de hebin dikarin ji ‘berdana bi kontrol’ fêdeyê bigirin. Lê ev rewş ji bo Vesîleyê derbasdar nîne. Dadgeriya Înfaza Cezayê bi hinceta ‘girtiya siyasî ye’ red kir.