'Em jiyana bêyî Rêber Apo qebûl nakin'
- 09:08 30 Tîrmeh 2018
- Rojane
Nesrîn Hisên/Viyan Said
ŞENGAL - Ji 15'ê sibata 1999'an heta roja îro Rêberê PKK'ê Abdulah Ocelan li Girava Îmralî tê ragirtin ev yek bi gelê kurde re fikaran dide avakirin.
Jinen kurd ên êzidî tecrida li ser Rêber PKK'ê Abdulah Ocalan tê meşandin şermezar kirin. Jina bi navi Hêna Hesin a ku bal kişand ser tecîrda li Îmraliyê ev tişt got. “ Em vê tecrida li ser Rebêr Apo ku tê meşandin qabul nakin ev çend sala tu agahi ji Rêbertiya me naye girtin û ev yek bi me re fikarên cuda dide avakirin. Hêvi û daxweziya me her kesê ku dibêje ez mafên mirova di parêzim bila li Rêbertiya me xwedî derkeve destûr were dayin ku parezerên wî herin cem."
'Em bi felsefeya rêbertiyî hatin rizgarkirin'
Hênayê di berdewamiya axafitna xwe de bal kişan ser rola PKK'ê di rizgarkirina welatiyên Şengalê de û wiha dirêjî da axaftina xwe: " Di fermana 3'yê meha Tebaxa 2014'an de tenê felsefeya Rêbertî em xilas kirin. kesên me yên dîl ketine destê çeteyên hov ku tên rizgarkirin disa bi saya fikir û ramanên Rêbertiya me ye. Bi rastî azadiya Rêbertiya me ya fizikî di serî de erkê me ye. Ji ber ku me xwe fikir û ramanên Rêbertiyê bi rêxistin kir. Ez bang li hemu gelên azadîxwez dikim ku ji bo azadiya Rêbertiya me rabin ser piyan.”
'Em dixwazin rêberê me ji Îmraliyê derkeve'
Jina bi navê Şêrin Eidû ji axivî û ev tişt got “ Di serî de ev tecrida ku li ser Rêbertiya me tê mşandin ez şermezar dikim. Em dixwezin Rebêrtiya me ji nav wan çar diwaran were derxistin, ev yek jî bi xwedî derketina me ve girêdayî ye. Ji ber ku em çiqas xwe bi rêxistin bikin ewqas pilanên dijimin vale tên derxistin. Bi rastî Rêbertiya me ji bo gelan gelek tişt kir em jî bin zodestiye derdestin. Ger ku ne Rêbertiya me bûya niha yek ji me li ser ruyê axê nedima. Çawa kû di 3'ê Tebaxa 2014'an de gerîlayên PKK'ê bi hawara gele êzidî ve hatin nan û ava xwe dan me em jî wan rojan ji bir nekin ku ne ji fikra Rêbertiyê bûne me yek jî nedihatin rizgarkirin. Ji ber çeteyên hov bi vî awayî êrişî me kirin ku dawiya me binin. Lê belê Rêbertî me xilas kir azadiya Rêbertî di serî de erkê jina êzidî ye. Em dixwezin rojek berî rojekê Rêbertiya me ji girava Îmralî derkeve. Em ê Rêberê xwe azad bikin."