Ji bo Zeynep Yildirim çalakiya rûniştinê hat destpêkirin

  • 15:11 29 Tîrmeh 2018
  • Rojane
STENBOL - Komeleya Çanda Pîr Sûltan Abdal a Sariyera Stenbolê û Malacemê ya Armûtlû ji bo girtina seroka Malacemê ya Armûtlû Zeynep Yildirim şermezar bikin, li ber mala cemê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. 
 
Komeleya Çanda Pîr Sûltan Abdal a Sariyera Stenbolê û Malacemê ya Armûtlû,  ji bo girtina Seroka Malacamê ya Armûtlû Zeynep Yildirim şermezar bikin, li Melacemê ya Armûtlû ya Biçûk civîna çapemeniyê lidarxistin. Di civînê de pankarta “Malêncemê cihên peresgehên mene. Bila seroka me Zeynep Yildirim bê berdan” hat vekirin û gelek kes beşdarî civînê bûn. 
 
'Em tucarî têk naçin'
 
Endamê Malacemê ya Armûtlû ya Biçûk Alî Bîrer, daxuyanî da û wiha got: “Zeynep mirovek kedkare û ji bo înşaeta malacemê bi dawî bibe gelek xebitî. Bi êrîşan hewl didin me têk bibin. Em bawer nakin ku tu sûcê Zeynep hebe. Ji ber ku Zeynep tenê beşdarî daxuyaniya  çapemeniyê bû hat girtin. Hewl didin me têk bibin, lê em ê tû carî têk neçin. Em ê înşaeta malacemê ya vê derê bi dawî bikin û  ji îbadeta gel re vekin.” 
 
'Gelo elewîtî sûce e?'
 
Dayika Zeynep Yildirim Kezban Bektaş jî, axivî û wiha got: “Ji ber ku ez keça xwe diparêzim wê demê ez jî sûcdar im. Ger ev sûc be vaye ez li vir im. Tu sûcê keça min tune ye û bila bê berdan. Keça min elewîbû û va ye ez jî elewî me. Ma elewîtî sûç e? Ji bo keça xwe ez ê her roj li vê derê çalakiya rûniştinê pêk bînim. Heya keça min bê berdan, ez ê dest ji têkoşîna xwe bernedim. Ez dixwazim keça min demildest bê berdan.”
 
Piştî axaftina dayika Zeyenebê dirûşmên “Bila Zeynep Yildirim bê berdan” û “Em gelê elewî ne, em ê bi ser kevin” hatin berzkirin. Piştî daxuyaniyê Komeleyê li ber malacemê dest bi çalakiya rûniştinê kir û çalakiya rûniştinê dê her roj saet 13.00’an de destpê bike.