'Têkoşîna jinê hêviya gel geş kir'

  • 09:04 26 Tîrmeh 2018
  • Rojane
Îlham Eloso
 
KOBANÊ - Endama Partiya Sûriyeyê ya Pêşerojê ya Kantona Kobanê Bêrîvan Cûma derbarê aloziya li Sûriyeyê diyar kir ku gelê Sûriyeyê dikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin û got:"Di pêvajoya aloziya Sûriyeyê heta niha jinê bi rolek çalak cihê xwe girt û ji bo çareserkirina vê aloziyê ber xwe da. Di vê pêvajoyê de têkoşîna jinê hêviya gel geş kir."
 
Aloziya Sûriyeyê ji sala 2011'an heta niha didome. Ji bo çareseriya aloziya di nava Sûriyeyê de li Rojavayê Kurdistanê Partiya Pêşeroja Sûriyeyê hat avakirin. Di nav vê partiyê de pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryanî, Ermenî, Aşûr cihê xwe digirin. Endama Partiya Sûriyeyê ya Pêşerojê ya Kantona Kobanê Bêrîvan Cûma derbarê aloziyê de diyar kir ku ji bo ev aloziya dakeve asta herî kêm ew xebat û têkoşînên xwe didomînin.
 
Bêrîvan Cûma anî ziman ku ji bo çareseriyek mayinde divê li hemû pêkhateyên li Sûriyeyê dijî bên guhdarkirin û wiha got:"Li Sûriyeyê gelek pêkhate dijîn. Ji bo çareseriyek mayinde divê hemû pêkhate bên guhdarkirin. Loma ev Partiya Pêşeroja Sûriyeyê ji gelek pêkhateyan pêk tê."
 
'Ji bo çareserkirina aloziyê divê rê li pêşiya dagirkeran bê girtin'
 
Bêrîvanê da zanîn ku ew wekî Partiya Pêşeroja Sûriyeyê ji bo çareserkirina her pirsgirikê di nav hewldanên  mezin de ne û wiha dewam kir:"Em her dem ji bo çareseriyek mayinde xebitîne. Ji bo çareseriyek mayinde divê hemû pêkhateyên li Sûriyeyê dijî beşdarî hewldana ji bo çareseriyê bibe û her wiha rê li dagirkeran bê girtin. Divê di destpêkê de dewleta dagirker tirkiye ji nav Efrînê derkeve."
 
'Em li hemû çandan xwedî derdikevin'
 
Bêrîvanê da zanîn ku ew wekî Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê ji bo parastina çand û nasnameya hemû pêkheteyan têdikoşin û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Gelek pêkhate hene ku li Sûriyeyê dijîn loma divê em mafên hemûyan biparêzin. Hemû pêkhate dagirkeriyê naxwazin û dixwazin ku ev pirsgirêka êdî bi rêya diyalogan çareser bibe. Divê bi taybet jin ji bo vê yekê têkoşîna xwe bilindtir bike. Çimkî di pêvajoya aloziyê heta niha têkoşîna jinê hêviya gel geş kir."