Konferansa Kongreya Star a Kantona Hesekê dawî bû
- 08:55 26 Tîrmeh 2018
- Rojane
QAMIŞLO - Yekemîn Konferansa Kongreya Star a Kantona Hesekê ku bi dirûşma "Bi rihê Berxwedana Serdemê em ê şoreşa jinan bikin şoreşa civakî" hate lidarxistin bi biryaran û hilbijartina koordînasyona kantona bi dawî bû.
Konferans bi beşdarbûna 350 delegeyên Kongreya Star ên kantona Hesekê li salona Beylesan a navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo hate lidarxistin
Beşdaran raporên xebatên kogre yên du salên derbasbûyî nîqaş kirin. Giraniya nîqaşan li ser çawaniya derbaskirina kêmasî û şaştiyan û pêşxistina rola jin di her qadan de bû.
Piştî nîqaşên bi qebûlkirina piraniya delegeyan biryar hatin girtin ji wan; dîroka jin li Bakurê Sûriyê dê were belgekirin, rêxistinkirina navendên lêkolînên jinelojî û pêşxistina pirojeyên çandî, aborî û civakî yên xweser, her wiha pêşxistin projeyên ciwan û zarokan.
Wekî din jî biryar hate girtin ku têkiliyên kongre bi rêxistinên jinan werin çêkirin û xebatên kongre çi li hindir be û li derve be jî gel re werin danasîn, rêxistinkirina meclis û komînan jin û pêşxistina koperatîfan û vekirina akademiyên jinan, her wiha rêxistinkirina ragihandina jin û xurtkirina komîteya parastina xweser û pêşxistina zanista ekolojî."
Di dawiya konferansê de, dengdan pêk hatin, 15 rêveberên Kongreya Star ên katona Hesekê hatin hilbijartin.
Rêveberên nû sûnd xwarin ku ew ê li gorî rêbazên netewa demokratîk kar bikin.